PDK-Bakur: 'Mafên xwe bi aştiyane bînin ziman'

PDK-Bakur: 'Mafên xwe bi aştiyane bînin ziman'

Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak xwepêşandanên li hin bajar û bajarokên başûrê Kurdistanê rûdayî daxûyaniyek belav kir û bang li gelê Başûrî kir û got 'rexneyên xwe, daxwazên xwe, bîrûrayên xwe bi metodên aştiyane, sivîl-demokratîk bînin ziman.'

A+A-

Ev naveroka daxûyaniyê ye:

Ev çendîn roj in li hin bajarên başûrê Kurdistanê, xwepêşandanên êrîşbar, dûrî bizimananîna mafên rewa, lê tundûtujiyane birêve diçin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Bakur ligel her çalakiyên sivîl-şaristanî dengê xwe yên hevkariyê tine ziman. Her pirsgirêkek a hevwelatiyên Kurdistanê bi zimananîna mekanizmeyên demokrasiyê, aştiyê rewa dibîne.

Di dema îro de gava nîvê başûrê Kurdistanê hatiye dagîrkirin, gava milişyatên taifî sivikatî bi nirx, al û welatê Kurdistanê dikin, gava dorpêçek tund ji alî dagîrkeran ve liser Kurdistanê heye, gava mafên herî rewa yên welatê Kurdistanê tên binpêkirin, ev cûre xwepêşandanên ku dezgehên hikumî, siyasî, hêzên ewleyî yên Kurdistanê dikin armanc, wan dişewîtinin, çek di xwepêşandanên xwe de bikar tînin, nerewa dibîne û destên tarî yên navxweyî û derveyî di van kiryaran de rûreş û protesto dike.

PDK-Bakur bawer e ev kiryarên hatine / tên kirin ne helwêst û hestên welatparêzên Kurdistanê ye. Destên tarî yên navxweyî û derveyî li pişt van kiryarên tadekar, êrîşkar û ne medenî de hene. Armanc  têkbirina ewleyî, aştî û hestê rewa -  welatparêzî yên Kurdistanê ye.

Yekrêzî li hember kiryarên li dijî Kurdistanê – pêwîstiya sereke ya welatê me ye. Xwedîderketina welatê me, pêdivî  bi hevkarî, nêzîkahî û metodên demokrasiyane heye.

Ew aliyên êrîşên çekdar hemberî dezgehên Kurdistanê bi “şoreş” binav dikin, berdewamkarên  xiyaneta 16ê Cotmehê ne. Ew aliyên destê Bexda li Kurdistanê rewa dibînin, xwe wekî Iraqî binav dikin û nefreta dehên salan tînin kolanên Kurdistanê – ne demokrasîxwaz, ne welathêz, ne Kurdistanî ne! Ew berdewamkarên xiyaneta 16ê Cotmehê ne.

Rexne, daxwaza mafan, bîr û rayên cuda bêgûman bîngehên demokrasiyê ne. Bilêvkirina  van dîtinan, xebatên, çalakiyên di vê çarçoveyê de demokrat in û Partiya me piştgirê van metodên demokrasiyane ye.

Em bangewazî xelkê xweragir, berxweder ê Kurdistanê dikin, rexneyên xwe, daxwazên xwe, bîrûrayên xwe bi metodên aştiyane, sivîl-demokratîk bînin ziman. Rê nedin destên qirêj ên êrîşber van mafên wan ên rewa gemarî bike, xwepêşandanên wan ber bi armancên tarî û dijberiya Kurdistanê ve bibe.

Diyarbekir, 20.12.2017

 Sertaç Bucak

Serokê Giştî yê PDK - Bakur

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin