PDK-Bakur: Em piştgiriyê didin namzetên Welatperwer û Demokrat

PDK-Bakur: Em piştgiriyê didin namzetên Welatperwer û Demokrat

PDK-Bakur bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê di hilbijartina 31ê Adarê de piştgiriyê bidin Namzetên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat a ku bi pêşengiya PAK û PSKê hatibû damezirandin.

A+A-

Di daxuyaniyê de amajê bi vê yekê hat kirin ku berê jî PDK-Bakur ragihandibû ew ê piştgiriyê bide Namzetên Welatperwer û ew di vê baweriyê de ne ku, piştgiriya Namzetên Serbixwe yên li 5 bajaran ji aliyê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ve hatin destnîşankirin, weke peywireke neteweyî dibînin. 

Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin, ku piştgiriya namzetên ku mafê diyarkirina pêşeroja xwe ya xelkê Bakurê Kurdistanê diparêzin, wê tifaqa bo veşartina Tirkiyeyîbûna xwe ya HDPê ya digel du partiyên ku venaşêrin ku berjewendîperest in, dê mehkûm bike û bo pirsgirêkên siyaseta welatparêz û dijkolonyal were çareserkirin, zemînek ava bike û partiya wan piştî hilbijartinan bo avakirina bingeheke bi vî rengî dê bêhtir bixebite.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin partiya PDK-Bakur, dê biçe ser sendoqan û bo namzetên tifaqa ku PAK û PSKê avakiriye, bo Namzetê Stenbolê Mehmet Celal Baykara û bo yê Vartoyê Abdulbarî Han dengan bidin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin