PDK a Rojhilat Sekreterekî nû hilbijart

PDK a Rojhilat Sekreterekî nû hilbijart

Mistefa Mewlûdî bi piraniya dengên endamên komîteya navendî weke Sekreterê Giştî yê HDKê yê nû hat hilbijartin.

A+A-

Li gor çavaknîya rûdawê Îro 15ê çileya 2017ê, civîna Komîteya Navendî ya Partiya Demorkata Kurdistanê (HDK ango PDKa Rojhilat) li baregeha sereke ya wê partiyê li navçeya Koye ya Başûrê Kurdistanê birêve çû.

Di civîna îro ya Komîteya Navendî ya HDKê de, Mistefa Mewlûdî bi piraniya dengên endamên komîteya navendî weke Sekreterê Giştî yê HDKê yê nû hat hilbijartin.

Xalid Ezîzî berî demekê dest ji kar kişandina xwe pêşkêşî serkirdayetiya partiya xwe kiribû, îro jî civîna Komîta Navendî ya wê partiyê ew daxwaza Xalid Ezîzî pesend kir.

Mistefa Mewlûdî li gundê Masoy ê di navbera her du bajarên Mihabad û Nexede yên ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.

Di sala 1979an de tevli refên Hêza Pêşmerg ya Partiya Demokrata Kurdistanê bûye.

Xwandina zanîngehê li Başûrê Kurdistanê bi dawî kiriye û lîsanasa yasayê li Zanîngeha Koyeyê wergirtiye.

Di kongeraya heftem a Partiya Demorkata Kurdistana Îranê de (berî cudabûna herî dawî), bûye endamê serkirdatiya PDKÎ yanî HDKyê.

Di kongreya 12 a PDKÎyê de jî weke Endamê Polîtboruya PDKÎyê hatiye hilbijartin.

Piştî ku cudabûn di nav refên PDKÎyê de çê bû û HDK ango PDKa Rojhilat hebûna xwe ragihand, di kongreya 14ê de weke Cîgirê Sekreterê Giştî yê HDKê hat diyarkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin