Partîyên Tirkan estîyên Şêx Seîdê kal êşandin!

Partîyên Tirkan estîyên Şêx Seîdê kal êşandin!

Referandûma 16ê Nîsanê ya guhertina sîstema îdarekirina Tirkiyê di nav partîyên ku dibêjin "Erê" û "Na" da bûye qadeka qirêj û gemarî

A+A-

Referandûma 16ê Nîsanê ya guhertina sîstema îdarekirina Tirkiyê di nav partîyên ku dibêjin  "Erê" û "Na" da bûye qadeka qirêj û gemarî; ew ji bo qezenc bikin her tiştî îstîsmar dikin.

Rêxistina AKPê ya Dîyarbekirê ji bo propagandaya ERÊ ku serokkomarê wî Recep Tayyib Erdogan û serokwezîrê wî Binalî Yildirim di 1ê Nîsanê de dê herin Dîyarbekirê;”Her ERÊ fatîheyeke ji ruhê Şêx Seîd û hevalên wî re ye” pankratek dalqandine û Parlamenterê CHPê yê Izmîrê Aytin Çiray bertek nîşanê vê yekê daye û heqaretê li Şêx Seîd efendî kiriye.

Çiray pirsapêşnîyazekê daye Meclîsa  Mezin a Tirkiyê û ji  serokwezîr pirsîye; Hûn tasvîp dikin ku, kesê ku bi ingîlzan re hevkarî kirîye û bûye sebeb ku Misul di nav Misakî Mîlî de bû ji dest derkeve pankrata wî ji alîyê seroktîya rêxistina partîya we ya Dîyarbekirê re bihê dalqandin? Waliyê ku îzîn daye pankrata xaînekî li Dîyarbekirê bihê dalqandin hûnê di derheqî wî de lêpirsîn vekin?

AKP li ser navê umettîyê ji bo ji kurdan deng bigre Şêx Seîd ji xwe re bi kar tîne û kurdên nav xwe ji xwe re dike pêlik; CHP li gor îdeolojîya xwe ya "ulusaliyê"  tevdigere û Şêx Seîd xaîn û dijminê Tirkiyê nîşan dide û bi vî hawî naxwaze dengên wê yên heyî ji dest here.

Serokê Rêxistina Dîyarbekirê Mihemed Dara Akar awûqat e, berê yek ji damezirandinê Hereketa Azadî bû, dev ji rêxistina xwe berda û di hilbijartina dawî ya Şarederîyê de di listeya AKPê de bû endamê encûmana Şaredarîya Dîyarbekirê, pişt re jî nasnameya xwe ya ku ew nevîyê Şex Seîd e (wek ku kalê wî ji aliyê dewletê ve nehatîye îdam kirin û mebûsên AKP lê heqaret nekirine) bi kar anî, AKPî jî jê sûd wergirt û wî kir serokê rêxistina xwe ya Diyarbekirê û ew di heman wextê de di TRT Kurdî de jî program çêdike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin