Partiyên Sîyasî: Divê êrîşa Tirkîyê bê rawestandin

Partiyên Sîyasî: Divê êrîşa Tirkîyê bê rawestandin

Partiyên sîyasî li bakurê Kurdistanê bi daxûyanîyek hevbeş Operasyona Tirkîye hemberî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Partiyên sîyasî li bakurê Kurdistanê bi daxûyanîyek hevbeş Operasyona Tirkîye hemberî rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

 

Divê Êrîşa Tirkîyê Bê Rawestandin û Arteşa Tirk Herçî Zutir Ji Kurdistana Rojavayê başur Derkeve

 

Hêzên Çekdarên Tirk, guhê xwe neda nigeranî û hişyarîya micid a bîruraye navnetewî û prensîbên Koma Mîletan a Serwerîya Welatan binpê kir û êrîş kire ser Kurdistana Rojava.

Mafê jîyanê mafê serekî ya mirovî ye û şer binpê kirina mafê hanê ye. Şerê paqij nîne û şer bona gelên sîvîl ziyanbehş e. Êrîşa hanê, ku ji niha ve bûye sedema kuştina dehan sîvîl û kavil bûne mal û avahîyan, wekî ku karbidestên hikumeta Tirkîyê dibêje xizmeta cîgir bûna aramî û aşitîyê nake, barovajîya vê yêkê alozîyê kurtir dike, ku li Surîyê, Tirkîyê û Rojhilata Navin heye.

Karbidestên hikumeta AK Partî rast nabêjin. Heya niha ji Kurdistana Surîyê tu êrîş li ser Tirkîyê nehatiye kirin û tu hewl nehatîye dayin, ku li ser “Asayişa Netewîya Tirkîyê” bibe gef.

Hêzên sîyasî yên Kurdistana Rojavayê başur her tim destê aşitîyê dirêjî Tirkîyê kirine. Lê belê Tirkîyê ne tenê deste hanê negirt, her wisa bi gori sîyaseta dîrokî ya dewleta Tirk a derheqa pirsa Kurd tevgerîya û kêyan û pêşhatîyên Kurdistana Rojavayê wekî xeter li ser asayişa netewîya xwe nişan da.

Ev yêka hanê û neyartîya dewleta Tirk bo xebata gelê me di beşen dinê Kurdistanê da, sedema bingehîn a êrîşên dawî ne. Êrîşa hanê, bi tank û top û firoke va, praktize kirina sîyaseta “bila Kurd dayka xwe nebine” ye.

Li Tirîiyê faşîst û nijadperestan di her derfetek da êrîş dikine ser Kurdan. Êrîşa hanê dibe pirtir bûna êrîşên faşîst û nijadperestên Tirk, û li Tirkîyê alozî û girjîyê nav civakê kurtir dike.

Hikumeta AK Partî dibe, ku bi heceta bûyerên dawî Rewşa Awerte rabigihine û bi kar anîna maf û azadîyên, ku herku çûye kêm bûye, betal bike.

Her muşek û guleyê top, ku bo ser Rojhilata Firat têne avêtin, dibe sedema piçuktir bûna paruyên gel, ku ligel gelek pirsgirêkên aborî rû bi rûne û di bin zêdetir kirina bahayên kel û pelan da dinalin.

Bi kurtî, baca êrîşên hanê Kurd, hevwelatî û hêzên demokrasî wê bidin.

Ji bona vê yêkê partî, rêxistin û tevgerên sîyasî, ku navê me li jer in, daxwaz dikin, ku êrîşên hanê bêne rawestandinê û Erteşa Tirk herçi zûtir ji Kurdistana Başurê rojava derkeve.

Em bangê Dewleta Yekbûyî ya Amerîka, komelgehên Rojava û bîrurayê cihanê dikin, fişara xwe li ser Tirkîyê zêdetir bikin, daku êrîşa xwe rawestine.

Divê hêzên demokrat, aşitî û azadixwazên Tirkîyê û saziyên sîvîl, dengê xwe li hembere êrîşê hanê bilind bikin.

Dîyarbekir, 11 Cotmeh 2019

Hareketa Azadî, DBP, HDP, KKP, Partîya Azadî, PDK, PDK-T, PİA, PSK

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin