Partîyên Kurdistanî; Nimêja giyabî û civîna çapemenî li dar xistin

Partîyên Kurdistanî; Nimêja giyabî û civîna çapemenî li dar xistin

Li Amedê ji bo şehîdên Kerkûkê û yên hemû Kurdistanê nimêja giyabî ya cenazeyê hate lidarxistin

A+A-

Hereketa Azadî, ÖSP, PAK, PDK-Bakur, PSK roja 27.10.2017an xwestin li Otêla Liv Suit a Amedê ji bo protesto kirina  dagirkirina Kerkûkê û êrîşên li ser îradeya serxwebûnê, civînek çapemenîyê li dar bixin.Lê walîtîya Amedê bi biryareke resmî ev civîn qedexe kir.

Lê Hereketa Azadî, ÖSP,PAK,PDK-Bakur, PSKyê civîna xwe ya çapemenîyê li teşkîlata PAKê ya Amedê li dar xistin.

Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî, Serokê Gişti yê ÖSPyê Sinan Çiftyürek, Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, Serokê Giştî yê  PSKyê Mesut Tek civîna çapemenîyê li dar xistin.

Gelek telewîzyon û nûnerên ragehandinê û sîyasetvan û rewşenbîr beşdarî civÎnê bûn.

Daxuyanîya hevbeş ya Hereketa Azadî, ÖSP, PAK, PDK-Bakur, PSKyê bi Kurdî Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak, ya Tirkî jî Serokê Giştî yê  PSKyê Mesut Tek xwend.

Piştî xwendina daxuyanîyan Serokê Gişti yê PAKê Mustafa Özçelik, Serokê Gişti yê ÖSPyê Sinan Çiftyürek û Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî bersîvên pirsên rojnamevanan dan.

Di eynî rojê de (27.10.2017) li Amedê li Camî ya Ofîsê , pişti xutbeya înîyê, bi beşdarîya gelê me yê Amedê û rêveber û endamên Hereketa Azadî, ÖSP, PAK, PDK-Bakur, PSKyê û gelek rewşenbîr û sîyasetvanan nimêja giyabî ya cenazeyê hate li dar xistin.

Nimêj ji bo şehîdên Kerkûkê û  hemû şehîdên Kurdistanê hate pêk anîn. Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî îmamtîya cemaetê  kir.

Nimêja giyabî ya ji bo şehîdan hem bû piştgirîyek ji bo gelê me yê başûrê Kurdistanê, hem jî ruhê şehîdan pê şad bû.

5[1906].jpg

6[1907]-001.jpg

 

Daxuyanîya hevar

”Artêşa Iraqê bi piştgirîya Îranê Başûrê Kurdistanê dagir dike.Em vê dagir kirinê rûreş dikin”

Gelê me yê Başûrê Kurdistanê di roja 25.09.2017an de , bi referandûmeke demokratîk û meşrû, bi rêjeya ji %92.73an ji serxwebûnê re got ‘’Erê’’.

Li Rojhilata Navîn a ku hema hema temama wê bi rejîmên otoriter ve têne îdare kirin, ev îradeya meşrû, aştîyane  û demokratîk a gelê Kurdistanê, nîşana pêşketin û kultureke cuda ya hevdem û medenî ye. Lê mixabin, ew Kurdistan a Federe ya  ku ji bo hemû etnîsîte, dîn û mezheban bûye girava azadî û demokrasîyê, nuha tûşî şer û êrîş û dagirkirineke nû ya hovane, ya dijminane bûye.

Dewleta Şîe ya Îranê, Dewleta Mezhebî ya Iraqe û Dewleta Tirkîyeyê, careke din, pirs û pirsgirêkên di navbera xwe danîne alîyekî, li ser dijminatî û têkbirina destkeftîyên gelê me yê Başûrê Kurdistanê, bûne yek. Xeletî, zeaf û îxanetên navxweyî jî  ji vê rewşa xerab  re rê xweştir kirîye.

Bêdengîya Emerîka û dewletên din û  bêdengîya  raya giştî ya cîhanê jî ji van êrîş û dagirkirinên Pasdarên Îranê  û Heşdî Şehbî re rê xweştir kir.

Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li himberî plan û stratejîyên Îranê yên dagirker, li Rojhilata Navîn bendeke esasî û girîng e. Lê bi vê bêdengîya nevnetewî,raya giştî ya cîhanê û hêzên demokrasîxwaz, ji nuha ve bi destê xwe rê ji malvêranîya xwe re xweş kirîne, destê Îranê xurt kirîne.

Îro gelek alî behsa ‘’yekitîya xaka Iraqê’’ dikin. Lê aşkere ye ku ev gotineke vala ye.Bi navê Iraqê jî tu Dewlet nemaye. Iraq bi pirsgirêkên xwe yên mezhebî her bûye meydana şerî û dê nikaribe yekrêzîya xwe pêk bîne.Di eslê xwe de yên behsa ‘’yekitîya xaka Iraqê’’ dikin, armanca wan a sereke ji holê rakirina Kurdistana Federe ye, dagirkirina temama Kurdistanê ye.Ev êrîşên Pasdarên Îranê û Heşdî Şehbî, êrîşên Artêşa Iraqê, jenosîd e, hovîtî ye,binpê kirina îradeya gelê Kurdistanê ye. Em vê dagirkirinê û van êrîşan mehkûm dikin, rûreş dikin.

Hikûmeta Enqereyê ango Desthilatdarîya AK Partîyê, gava ku DAIŞê xwestibû êrîşî Hewlêrê bike bêdeng mabû.Lê vê carê bes qîma xwe bi bêdengîyê neanîye, bûye şirîkê dagirkirin, êrîş û şerê li dijî gelê me yê Başûrê Kurdistanê jî.

Desthilatdarîya AK Partîyê, nuha bi temamî xwe teslîmî sîyaseta MHPyê ya nîjadperest û êrîşker kirîye; ketîye bin tirsa ‘’perçebûn’’ê.

Siyaset û helwestên Erdogan û Desthilatdarîya AK Partîyê, tu eleqeya wan bi rastîya heyî, bi çareser kirina pirsgirika Kurd û Kurdistanê ve tune ye. Desthilatdarîya Enqereyê, bes ji bo ku destkeftîyên Kurdan têkbiçe, bi zaneyî, rê ji dagirkirina Îranê û Iraqe re  xweş dike.Ev weke tercîheke resmî ya  Dewleta Tirkiyeyê ye.

Dewleta Tirkîyeyê di dagirkirin û têkbirina Başûrê Kurdistanê de piştgirîya Îranê û Iraqê dike. Helbete ku  di demên pêş de dê li vê sîyasetê jovan bibe û dê bedêla vê jî jê re gelekî giran be.Em  vê helwest û sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê şermezar dikin.Gelê me tu carî dostanî jî, dijminatî jî ji bîr nekirîye.

Herweha ev bêdengîya Emerîkayê jî nayê qebûl kirin.Îro Heşdî Şehbî li gel Pasdarên Îranê bi çekên Emerîkayê êrîşî Kurdan dike, Kerkûkê dagir dike.Diviyabû Emerîkayê hevalbendê xwe yê herî nêz yê di şerê DAIŞê de, li himberî van êrîşên Îranê û yên Iraqê de  bi tenê nehişta.

Em dewleta Iraqê jî, ya Îranê jî ji ber van êrîşên van, ji ber ji nû ve dagirkirina  Kurdistanê protesto û rûreş dikin.

Em bangî Emerîka û dewletên din yên cîhanê dikin ku, dest ji vê sîyaseta xwe ya xelet ,dest ji piştgirîya Pasdarên Îranê û Heşdî Şehbî berdin.Hevalbend û mitefîkên we gelê Kurdistanê ye; wan bi tenê nehêlin.

Lê divê hemû cîhan bizanibin ku, çawa ku Pakta Sadabadê, CENTOyê nikarîbû doza azadîya gelê me bişkîne; dê îro jî tu hêz nikaribe rê li ber rizgarkirina Kerkûkê û  li ber îlan kirina serxwebûnê bigire.

Rerandûma serxwebûnê ya di 25ê Îlonê de li dar ket û encamên wê , berdewamîya Têkoşîna doza azadî û sewerxwebûna gelê Kurdistanê ye.Tu hêz û tu sebep dê nikaribe vê îradeya meşrû û demokratîk tune bihasibîne.Tu şika me tuneye ku, Kerkûk jî dê bê rizgar kirin, serxwebûn jî dê bê îlan kirin.

-Artêşa Iraqê  ya ku bi piştgirîya Îranê Kurdistan careke din dagir kirîye, divê destê xwe ji Başûrê Kurdistanê bikişîne

-Referandûm beyaneke meşrû, demokratîk, aştîyane ya gelê Kurdistanê ye. Divê her kes û her alî rêzê li vê îradeyê bigirin.

-Dewleta Tirkîyê divê dest ji vê sîyaseta xwe ya xelet ya  li ser dijîtîya Başûrê Kurdistanê berde.

-Dewletên cîhanê û raya giştî ya cîhanê ji bo parastina pirrengî, demokrasî û azadîyâ li Başûrê Kurdistanê , divê li dijî vê dagirkirinê derkevin.

-Em bangî Netewên Yekbûyî,NATO,Yekitîya Ewrûpa û  Konseya Ewrûpayê dikin ku, li dijî vê dagirkirina Îranê û Iraqe derkevin û Kurdistana ku girava azadî û demokrasîyê ya li Rojhilata Navîn e, biparêzin.

(Amed,27.10.2017)

Hareketa  Azadî, ÖSP, PAK, PDK-Bakur, PSK

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin