Partiyên Kurdistanî bersiva Ebadî dan!

Partiyên Kurdistanî bersiva Ebadî dan!

Bertekên li hember daxuyaniya Abadî ku di behsa şerê li dijî DAIŞê de nav û rola pêşmergeyê neanîbû zimên berdewam in. Frakisyonên Kurdistanî di Perlemantoya Iraqê de ji Abadî xwestin ku lêborînê bixwaze.

A+A-

Partiyên Kurdistanî yên li Perlemana Iraqê, di daxuyaniyekê de matmayînên xwe li ser vê reftara Ebadî diyar kirin û xwestin ku Abadî lêborînê bixwaze.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Hêzên Pêşmergên Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de gellek qurbanî dane û di dema şikestina artêşa Iraqê de li hemberî wê komê di sala 2014an de, Pêşmerge li pêşiya çekdarên DAIŞê rawestandin û rê li ber girtin û nehiştin derbasî navçeyên din bibin."

Her wiha hate gotin ku "Ew reftara Ebadî piştguhkirineke eşkere ye ji qurbaniyên Pêşmergeyê re, ku bi dehan hezar şehîd û birîndar û dîlên wan hene, Pêşmerge bi xwîna xwe rûpela rûmetî û serketinê nivîsandiye, bi hemû karînên xwe li dijî DAIŞê şer kiriye û bingeh û asêgehên wê komê ji holê rakiriye, Pêşmerge ji bo berevaniyê li tevahiya pêkhatên Iraqê bike, bi sedan şehîd û birîndar di meydana cengê de daye."

Ev nûçe 781 caran hatiye xwendin
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin