Partiyên Ji Bakurê Kurdistanê seredana ENKSyê kirin

Partiyên Ji Bakurê Kurdistanê seredana ENKSyê kirin

.

A+A-

Li ser navê partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê şandek, bi armanca agahî wergirtin derbarê Rojavayê Kurdistanê da, li Hewlêrê serdana Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir. Biryare şand seredana Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) û Partiya Pêşverû jî bikin.

Şandeka ku ji Berdevekê PDK-Bakur Hişyar Ozalp, Endamê Komîteya Birevebir  û Nûnerê Herêma Kurdistanê yê PAKê(Partiya Azadiya Kurdistanê) Orhan Kaya, Nûnerê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Zana Sezer û ji Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Velî Koparan pêk tê îro 26ê Çileya 2021an li Hewlêrê ji aliyê Serokê ENKSê Siûd Mela ve hat pêşewazîkirin.

Li gor daxuyaniya piştî civînê hate belavkirin di hevdîtinê de bi giranî rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin. Bi taybetî jî kiryarên Tirkiyê û çekdarên girêdayê Enqerê yên li Efrinê û heremên din hatin axaftin.

Kiryarên Tirkiyê di hevdîtinê de “wek sucên dijê mirovahiyê hatin destnişan kirin û şermezar kirin.”

Serokê ENKSê Siûd Mela ku di heman deme de Serokê PDK-Sê ye, di hevdîtinê de derbarê pirsa Kurd li Suriyê wiha got: “Em bi mehane rapora kiryarên destdirêjî û binpêkirinên mafên mirovan digirin. Ji ber helwesta wan a dijminane em bi Tırkiyê re tu pêwendî danaynin.”

Siûd Mela li ser hewlên tifaqa netewî jî hur bû û eşkere kir ku ew ji destpêkê ve diyalogên bi PYNK-PYD re erênî dibinin, ji bo wî karî fedekarî dikin û niha jî gihîştine qonaxeke girîng.

Mele, bal kişand li ser wê yeke ku, tevî ku hin kes naxwazin tifaqa Kurd çêbibe, lê ew dê ji bo serkeftina vê pêvajoyê  bi israr bin.

Serokê ENKSê di axaftina xwe de behsa rola hêzên navdewletî kir û got “Nunerê Emerikiyan li vir nîne, kengê vegere herêmê dê hevditinên tifaqê bidomin.”

Mele, herwisa rewşa opozisyona Suriyê jî anî ziman û got; “Tirkiye, Îran, Rûsya û Siûdî Erebistan her yek ji wan hewl didin ku muxalefeta Suriyê qels bibe û wê bikin bin kontrola xwe. Lê tevî ku muxalefet belawela ye, ji ber Kurd bê temsil neminin em ji opozisyonê paşde nakişîn.”

Di dawîya hevdîtinê de hat destnişan kirin ku ji bo encamdana hewlên diyaloga di navbera Kurdên li Suriyê, aktorên siyasî yên Kurdistana Bakur dikarin roleke ereni bilîzin û biryar e şand serdana PYNK û Partiya Pêşverû jî bikin.

 

-001.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin