Partîyeka bi navê 'Osmanî' li Tirkiyê hat damezirandin

Partîyeka bi navê 'Osmanî' li Tirkiyê hat damezirandin

Logoya wê li ser hîlalê bi erebî herfên elîf û vav heye û serokê wê Îbrahîm Unye ye.

A+A-

Partîyeka sîyasî bi navê 'Osmanî' li Tirkiyê hat damezirandin. Logoya wê li ser hîlalê bi erebî herfên elîf û vav heye û serokê wê Îbrahîm Unye ye.

Li gor daxuyanîya serokê wê; partî ji rûhê miletê misilman yê tirk derketîye û ji bo misilmanên dinyayê dê projeyan biafrîne. Serokê wê dibêje; ”Yên ku dixwazin me parçe bikin dê bibînin em ê hemû axa ecdadê xwe yên ku têde derbas bûne di bin navê Yekîtîya Îslam û Tirk de carek din ji nûve bivejînin û dê tu kes nikaribe li ser axa misilmanan serdestî bike.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin