Partiya Yekîtiya Suryanî daxwaza azadkirina girtiyên siyasî dike

Partiya Yekîtiya Suryanî daxwaza azadkirina girtiyên siyasî dike

Partiya Yekîtiya Suryanî xwepêşandanek li bajarê Qamişlo li ber ofîsa Netewên Yekgirtî saz kir û daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî kir.

A+A-

Partiya Yekîtiya Suryanî xwepêşandanek li bajarê Qamişlo li ber ofîsa Netewên Yekgirtî saz kir û daxwaza serbestberdana girtiyên siyasî kir.

 

Partiya Yekîtiya Suryanî xwest ku, serkirdeyê wê Seîd Melkê ku ji sala 2013 ve ji aliyê hikûmeta Sûrî ve hatiye girtin, serbest were berdan.

 

Yekîtiya Suryanî herwiha daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir, ku rola wê di serbestberdana hemû girtiyên siyasî li zindanên hikûmeta Sûriyê de hebe û raporên derbarê binpêkirina mafên girtiyan bişopîne.

 

Hevserokê Partiya Yekîtiya Suryanî, Senherîb Berso got: “Em wek Partiya Yekîtiya Suryanî vê nerazîbûnê xwe li ber avahiya Netewên Yekgirtî li bajarê Qamişlo didin xuyandin, daku em ji wê daxwaz bikin ku destwerdanê bike û çarenivîsa hevalê me Seîd Melkê ku ji sala 2013an ve ji aliyê rêjîma Sûrî ve hatiye girtin ku heya niha ti agahî li ser tune, û çarenivîsa wî jî ne diyare.”

 

Senherîb Berso herwiha diyar kir ku ew her sal nerazîbûna xwe bi çalakiyê nîşan didin û got: “Em vê dosyayê ji bîr nakin û dem hatiye ku Netewên Yekgirtî bi erkê xwe rabe û çarenivîsa hevalê me Seîd Melkê û hemû girtiyên siyasî di zindanên rêjîma Sûrî de diyar bike, ku gereke ev girtî werin azadkirin weke gava yekem e ji bo çareserkirinek giştgî û dadwer li hemû Sûriyê.”

 

Di heman xwepêşandanê de, Endama Desteya Cîbecîkar a Partiya Yekîtiya Suryanî, Nezîre Gewriyê ragihand, wan nameyek raadestî Netewên Yekgirtî kirie û têde daxwaz dikin ku Netewên Yekgirtî bi cidî li ser mijara girtiyên siyasî raweste, û bi erkê serbest berdana wan rabe.

 

Nezîre Gewriyê got: “Îro nerazîbûna me li ber avahiya Netewên Yekgirtî bû, ku me nameyek radestî wan kiriye, û têde em daxwaz dikin ku çarenivîsa heval me Seîd Melkê û hemû girtiyên siyasî li zindanên hikûmetên şofînî li gorî yasayên navdewletî de werin eşkerekirin. Ji ber vê yekê îro emê wek partiya Siryana Demokrat daxwaza wan girtiyan bikin, herwiha emê di nerazîbûnên xwe de berdewam bin heya ku çarenivîsa heval Seîd Melkê were eşkerekirin.”

 

Di sala 2013an, Serkirdeyê Partiya Yekîtiya Suryanî Seîd Melkê li balefiraxaneya Qamişlo ya navdewletî hatibû girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin