Partiya İYİ: Tifaqa Milet qediya

Partiya İYİ: Tifaqa Milet qediya

Peyvdarê Partiya İyi Aytun Çiray ragihand ku, Tifaqa Milletê piştî hilbijartinan erka xwe bidawî kir û qediya.

A+A-

Çiray piştî civîna Serokatiya IYI Partî daxûyanî da û diyar kir ku: “Tifaqa Millet ji bo rêgiriya hîle û sextekariyên dijî hilbijartinê hatibû avakirin, piştî bidawîhatina hilbijartinan jî pêwistî bi vê Tifaqê nemaye”.

Peyvdarê IYI Partiyê herwiha anî zimên ku, di civîna Meclisa partiyê û Parlementerên IYI Partiyê de, piştî du rojan nexşerêya nû ya IYI Partî we bê ragihandin.

Tifaqa Milletê di proseya hilbijartinên Parlementerî û Serokomariya Tirkiye ya 24ê hezîranê de, di navbeyna CHP, Partiya Saadetê, IYI Partî û Demokrat Partî de hatibû avakirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin