Partiya DEVA: Divê hemû astengiyên li pêş zimanê Kurdî werin rakirin

Partiya DEVA: Divê hemû astengiyên li pêş zimanê Kurdî werin rakirin

.

A+A-

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya DEVA Mehmet Emîn Ekmen li ser helwesta partiya xwe ya li hember pirsa Kurd axivî.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya DEVA Mehmet Emîn Ekmen li ser helwesta partiya xwe ya li hember pirsa Kurd diyar kir, ev mijar her tim di rojeva Partiya DEVA de ye, di bernameya partiyê de heye, herwiha di bernameyên çalakiyan de, Serokê Giştî yê DEVA di axaftinên de her tim behsa pirsa Kurd dike.

Mehmet Emîn Ekmen ji bajarê Stenbolê yê Tirkiyê beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û li ser naveroka civîna şeş partiyên opozîsyona Tirkiyê û helwesta Partiya Deva li hember pirsa Kurd, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Ekmen li ser naveroka civîna şeş partiyan diyar kir: “Civîna şeş aliyan îro cara pêncem civiya, bi mêvandariya Partiya ÎYÎ heta niha mijarên aborî, ewlekariya hilbijartinê, pirsa penaberan, guhertina sîstema serokomariyê û cîbicîkirina sîstema parlamenteriyê heye.”

Li ser pirsa "Gelo bernameya şeş partiyên opozîsyonê ji bo pirsa Kurd çi ye û di civînên xwe de behsa çawaniya çareserkirina vê pirsê dikin an na?" Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya DEVA eşkere kir: “Pirsa Kurd her tim di rojeva Partiya DEVAyê de ye, di bernameya partiyê de heye, herwiha di bernameyên çalakiyan de, di axaftinên Serokê Giştî de her tim behsa pirsa Kurd dikin. Di rojeva şeş partiyan de mijarên siyasî nayên axaftin. Di pêşniyara sîstema parlamenteriyê de ji bo pirsa Kurd hinek nîşaneyên wê hene, di daxuyaniyên hevbeş de tê gotin ku ew ê dawî li sîstema qeyûman bînin.”

Mehmet Emîn Ekmen li ser helwesta Partiya DEVA ya li hember pirsa Kurd eşkere kir: “Ji bo nêrîna Partiya DEVA li ser pirsa Kurd ez dixwazim çend mijaran bibêjim. Ya yekem; em bawerî bi hemwelatîbûna destûrî dikin, ya duyem; em dixwazin hemû astengiyên li pêş ziman werin rakirin, ji bo pêşxistin û fêrkirina ziman divê dewlet hemû rêkaran pêk bîne, ya sêyem; divê maf nebin mijarên bazariyê.”

Ekmen li ser cînegirtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di maseya şeş partiyên opozîsyonê de destnîşan kir: “Ev hinek daxwaza HDPê ye, him jî ji ber zehmetiyên siyaseta Tirkiyê ye, HDP dixwaze bi partiyên Kurdî û Kurdistanî û bawermend re tifaqekê dirust bike, tevî vê yekê, hevkariya ku CHP bi Partiya ÎYÎ re çêkiriye, ji bo vexwendina HDPê astengiyan derdixe holê.” 

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin