Partî pêşnîyazên xwe pêşkêş kir, li benda bersiva Goranê ye!

Partî pêşnîyazên xwe pêşkêş kir, li benda bersiva Goranê ye!

Şandeka PDKê îro li bajarê Silêmaniyê serdana navenda serekî ya Tevgera Goran a li Girê Zergete kir.

A+A-

Şanda PDKê ji Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî, Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed, endamên Polîtburoya PDKê Cehfer Îbrahîm, Îzeddîn Berwarî û Rêbiwar Yelda pêk hatîye.

Şanda Tevgera Goran jî ji Kordinatorö Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî, Endamê Desteya Rêveber Osman Hacî Mehmûd, Cemal Hacî Mehmûd, endamê Civata Niştîmanî ya Goran Samal Ebdullah û Aras Welî pêk hatîye 

Piştî civînê Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed ji rojnamevanan re ragihand, ku wan ji bo başkirina rewşa navxwe û çareserkirina pirsgirêkan, pakêtekî 6 xalî pêşkeşî Tevgera Goran kirine.

Li gorî daxuyaniya Mihemed xalên hatine pêşkeşkirin ev in:

- Asayîkirina pêwendiyên PDK û Tevgera Goran

- Çalakkirin û asayîkirina karên parlamentoyê

- Piştgiriya pêvajoya giştpirsiyê

- Piştgiriya hikûmetê ji bo baştirkirina jiyan û meaşên hemwelatiyan

- Ji bo hilbijartinan zemîneke guncayî were avakirin

- Hemû alî piştgirî bidin çaksaziyên hikûmetê

Li gorî agahiyan, wê hevdîtina di navbera PDKê û Tevgera Goran berdewam bike û hefteya bê dê dîsan bicivin. 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin