Parlementoya Ewropayê danûstandina digel Tirkiyê rawestand

Parlementoya Ewropayê danûstandina digel Tirkiyê rawestand

Parlementoya Ewropayê (PE), raporta rawestandina danûstendinên navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) pesend kir.

A+A-

Herwiha 7 endamên Lijneya Pêwendiyên Derve ya PEyê dengê Na dane wê raportê.

 

Di raportê de girtina Hevserokê HDPê yê berê Selahattin Demirtaş û Osman Kavala, girtina 160 dezgehên çapemeniyê û gellek babetên din wek kiryarên deryasayî yên Tirkiyeyê hatiye nirxandin.

 

“Artêşa Azad li Efrînê milkê Kurdan talan dike”

 

Yek ji babetên girîng ên raportê jî, binpêkirinên mafê mirovan ên li Efrînê ne. Di raportê de hatiye gotin ku Artêşa Azad a Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wê dike, Kurdên sivîl ji Efrînê derxistine, dest daniye ser mal û milkên wan û mal û milkên wan talan kiriye. Herwiha ji Tirkiye û Artêşa Azad a Sûriyeyê hatiye xwestin ku berdêla ziyanên ku hatine kirin dabîn bikin.

 

Di raportê de ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinên mafê mirovan ên bajarên Bakurê Kurdistanê jî, ji Tirkiyeyê re destpêkirina çareseriya aştiyane hatiye pêşniyazkirin.

 

Di raportê de di derbarê pêwendiyên Serokatiya Karûbarên olî û Dezgeha Sîxurî ya Netewî(MİT), girtina 78 hezar kesan, di tekoşîna dijî terorê de binpêkirina mafên mirovan, operasyonên revandinên deryasayî yên li welatên din û gellek babetên din de gazin li Tirkiyeyê têne kirin û tê xwestin ku Tirkiye dev ji van kiryaran berde.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin