Parlementerekî PDKê: Amerîka çavdêriya danûstandinên vê carê yên Hewlêr û Bexdayê dike

Parlementerekî PDKê: Amerîka çavdêriya danûstandinên vê carê yên Hewlêr û Bexdayê dike

.

A+A-

Parlementerekî PDKê li parlementoya Iraqê dibêje, Amerîka çavdêriya danûstandinên navbera hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Iraqê dike.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî duh serdana Bexdayê kir û bi serokê hikûmeta Iraqê Mistefa Kazimî û berpirsên din yên Iraqê re hevdîtin kir.

Li ser serdana han, endamê firaksyona PDKê li parlementoya Iraqê, Sebah Subhî ji BasNewsê re got, ev serdan pir girîng bû ji ber ku gelek pirsgirêk di navbera her du aliyan de hene û divê bi diyalog û hevtêgehîştinê bên çareserkirin.

Sebah Subhî her wiha got, amadekariyên baş bo vê serdana vê carê ya serokê hikûmetê hatiye kirin. Amerîka jî çavdêrî dike.

Wî parlementerê PDKê anî ziman, ev serdan dê encamên baş bi xwe re bîne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin