Parlamentoya Kurdistanê li ser Efrînê biryar da!

Parlamentoya Kurdistanê li ser Efrînê biryar da!

Parlamanterê YNKê yê Parlamentoya Kurdistanê Xelef Ehmedî ragihand ku parlamentoya Kurdistanê ji bo herêma Efrînê ya ku Artêşa Tirkiyeyê li dijî wê operasyonek daye destpêkirin çend biryar dane.

A+A-

Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro bi awayekî taybet li ser rewşa Efrînê civiya û bi piraniya dengan di beşa yekem de mijar hat nirxandin.

 

Goran: Nabe hikûmet bi tenê daxuyaniyan bide, divê deriyê sînor veke!

 

Li gorî agahiyên Rûdawê Serokê Fraksyona Tevgera Goranê Birzo Mecîd diyar kiribû ku divê parlamento ji bo piştevaniya Efrînê biryar û mueyîdeyên derxîne û çênabe tenê daxuyaniyan bide. Mecîd daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir ku deriyên sînor ên ligel Rojava veke.

Li gorî medyaya YNKê, Ehmedî gotiye ku Parlamentoya Kurdistanê çend biryar dane û ew biryar wiha rêz kirine:

  • Şermezarkirina êrîşê Tirkiyeyê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê.
  • Bangkirina li dewletên cîhanê da ku êrîşên Tirkiyeyê li ser Rojavaya Kurdistanê rawestînin.
  • Bangkirina li Neteweyên Yekbûyî da ku alîkariya bide kesên ji ber bombebarana Tirkiyeyê ji Efrînê û herêmên wê aware bûne. 
  • Bangkirina ku Encûmena Ewlekariya NYyêda ku helwestekê ji bo êrîşa Tirkiyeyê li ser Efrînê nîşan bide.
  • Bangkirina li hikûmeta Kurdistanê da ku deriyên sînorî bi Rojavaya Kurdistanê re vekin û alîkariyên madî û manewî bigihînin wê derê û herwiha hewlên xwe yên dîplomatîk ji bo Rojavaya Kurdistanê bidin destpêkirin.

Herwiha Parlamanterê YNKê diyar kir ku biryar hatiye dan ku lijneyek were damezirandin û projeya biryarekê derbarê Efrînê de were amadekirin ku di daniştina Parlamantoya Kurdistanê de were gotûbêjkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin