Parlamentoya Kurdistanê divê bi yekrêzî û yekdengî nexşerêyeke nû ya niştimanî bide ber xwe

Parlamentoya Kurdistanê divê bi yekrêzî û yekdengî nexşerêyeke nû ya niştimanî bide ber xwe

Komîteya Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê li ser rewşa Kurdistana Başûr bangawazîyek Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû alîyên sîyasî û civakî; partî , rêxistin, kom û kesên niştimanperwer kir.

A+A-

BANGEWAZÎ

Komîteya Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê li ser rewşa Kurdistana Başûr ya ku piştî referandûma 25ê îlonê encam daye, dixwaze bi vê bangewazîyê hindek dîtin, daxwaz û tikayên xwe ragihîne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemû alîyên sîyasî û civakî; partî , rêxistin, kom û kesên niştimanperwer.

Berî her tiştî em careke din silavê li biryar û encamên referandûma serxwebûnê ya 25ê Îlonê dikin. Ji ber ku gelê Kurdistanê di vê referandûmê de,  bi dengê % 93 îradeyeke xurt û dîrokî nîşanda. Ev destkeftîyeke gelek mezin e, divê hîç wextekê dest jê neyê berdan.

Careke dî ji bo me dîyar bû ku herçar dewletên dagirker; Tirkîye, Îran, Iraq û Surîye her wextekê dikarin dijminatîyên xwe yên dîrokî, nakokîyên xwe yên sîyasî, herêmî, aborî û mezhebî, daynin alîyekê û êrişî Kurdistanê û destkeftîyên wê bikin.

Wan  ji bo ku îradeya serxwebûnxwaz a gelê me yê Başûr ku bi referandûma 25ê Îlonê beyan kiribû bişikînin, bi planeke hevbeş êrîşî Kurdistanê kirin. Di encamê de Kerkûk, Xurmatû, Xaniqîn, Şengal û gelek deverên din ku ji sedî 80-90 li gel Kurdistanê deng dabûn ji nuh ve dagir kirin.

Li herêma ku di bin kontrola dewletên hevpeyman de û li ber çavên hêzên wan ên leşkerî yê herêmê vê bûyer rû da. Dîyar e ku milletê me careke dî tûşî bêbextî û nedurustîya welatên Rojavayê bûn.

Bêguman berîya ku em gazinan ji dewletên hevpeyman bikin, em neyekrêzî, bêtifaqî û pirserîtîya sîyasî, îdarî, aborî û leşkerî ya xwe çareser bikin. Divê Hikûmeta Kurdistanê  li ser kes û grubên ku li gel îradeya gelê xwe yê Kurdistanê ya % 93 tevnegerîyan û dijberî wê helwest girtin û li ber dagirkirina welat derî vekirin, lêkolîn bike û wan derxîne ber dadgehê.

Nuha Kurdîstana Başûr bi rewşek nû re rû bi rû ye. Nirxandina vê rewşa nû, ku li Kurdîstanê rû daye, bi hemû alîyên xwe ve, bi şêweyekî ciddî, wazîfeyeke dîrokî ye ji bo her kurdekî niştimanperwer û xwedî wijdan. Em şok û travma têkçûyinê ji ser xwe bavêjin, ji bo destkeftîyên heyî biparêzin hewil bidin.

Ji bo avakirina civateke azad û aram li Kurdistanê, pûçkirina xwestinên dagirkerên Kurdistanê; em wek Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurdistanî li Swêdê, van daxwazên jêrîn ji parlamento, şaredarî û encûmenên serkirdayetîyên herêmî, hêzên sîyasî, dezgehên civakî, medya Kurdistanî, hêzên asayîş û parastinê, berpirsên gel û ayînên Kurdistanê, dikin:

-Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê tu carî referandûmê tune nehesibîne. Hikûmeta Herêma Kurdistan divê destkeftîyên gelê Kurdistanê yên di Destûra Federal a Iraqê de hatine tarîf kirin biparêze. Divê bi Bexdayê û bi Amerîka û dewletên cîhanê yên din re, bi dewletên herêmê re peywendîyên xwe ji nû ve dîzayn bike.

- Aborîya Kurdistanê ji bin tesîra hizbatîye derkeve, têkeve bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê..

- Asayîş û parastin (pêşmerge) bibe yek û girêdayî Hikûmeta Herêma Kurdîstanê be. Ne giridayê hizb û partîyên sîyasî be.

- Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çareserîya pirsgirêkên gelê me yên aborî, civakî û îdarî tesbît bike plan û bernameyeke acîl bide ber xwe. Ji bo pêwîstîyên bingehîn yên aborî; pêşdebirina çandinîya nûjen, hilberîna endustriyê bête teşwîqkirin

-Di vê dema ku Kurdistan birîndar bûye de, divê plan û stratejîyeke nû ya civakî û îdarî hebe. Parlamentoya Kurdistanê, bi piştgirîya hemû partîyên sîyasî û pêkhateyên Kurdistanê divê bi yekrêzî û yekdengî nexşerêyeke nû û hevbeş a niştimanî bide ber xwe.

- Divê di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (UN) de, wêrankirin û valakirina gund û bajarên dagirkirî bête rawestin û xelkê koçberbûyî vegerin malên xwe.

-Divê rexne, pêşnîyarî û gazincên hemû partîyên Kurdistanê xwedî qîmet bên pejirandin. Hemû alîyên sîyasî xwe xwedîyê malê bibînin, ji bo demekê dest ji zimanê muxelefetkar berdin. Divê hemû partîyên Kurdistanê alîgir û piştgirên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bin. Divê hemî pêkve li îradeya gelê xwe ya ji bo serxwebûnê xwedî derkevin.

Gelê Kurdistanê di dîroka xwe de tûşî gelek jenosîd, qetlîam, şikestin, şerê navxweyî bûye. Em umîdwar in ku Başûrê welatê me wek gelek carên berê van rojên teng û dijwar li dû xwe bihêle. Rûpeleke taze li dîroka me veke, dahatîyeke bi hêvî û zexm ava bike.

Kurdistan bi hevkarî û yekbûna sîyaseta kurdan dikare bê rizgar kirin.

HEVKARÎ- Swêd

Komîteya Hevkarîya Hêzên Sîyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêd

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin