Parlamenterên Ewropî daxwaza azadkirina Berke û Perîtî kiriye

Parlamenterên Ewropî daxwaza azadkirina Berke û Perîtî kiriye

.

A+A-

Ji Parlamentoya Ewropayê Parlamenter Demîrel, Villanueva Ruiz, Koster û Nienass, daxwaza azadkirina her du xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê kiriye.

Ji Parlamentoya Ewropayê Parlamenter Ozlem Alev Demîrel, Idoia Villanueva Ruiz, Dietmar Koster û Niklas Nienass, daxwaz kiriye ku her du xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê azad bibin. 

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 14ê Kanûna Pêşiyê de ji bo rewşa Ersîn Berke Gok û Caner Perît Ozenî, bangewaziyeke lezgîn kiribû. 

TÎHVê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku herdu xwendekar li ser kêfê girtî tên dadgehkirin, her yek ji wan li hicreyeke yekkesî tê girtin, kaxizên wan ên ezmûnan û dermanên wan ên pêdiviya wan pê heye, nadin wan. 

Her weha gotibû ku piştî ew ji 26ê Çiriya Pêşiyê ya 2021ê ango ji roja ji Girtîgeha Metrîsê birine Girtîgeha Sîlîvriyê, nameyên nas û dostên wan ji wan re dişînin, nadin Gok û Ozenî; Gok vegan e lê li gorî daxwaza wî xwarinan nadine wî; xwendekarên ku beriya bên girtin beşdarî xwenîşandanên aştiyane bûne lê li wir polîsan tundkarî li wan kiriye, li girtîgehê di nava şert û mercên dijmirovahiyê de tên girtin. 

TÎHVê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kiribû, tiştên li Ersîn Berke Gok û Caner Perît Ozenî dikin, aşkere ye ku binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye û binpêkirina mafên perwerdeyê van xwendekaran e ku hevgiritan wan a laşî û derûnî di bin xetereyeke mezin de ye. 

  • NOT: Gok û Ozen piştî li dibistanê beşdarî xwenîşandanên aştiyane bûbûn, di 6ê Çiriya Pêşiyê ya 2021ê de hatibûn girtin. 

Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê Demirel, Villanueva Ruiz, Koster û Nienassî bersiva vê banga TÎHVê kiriye û wan xwestiye ku divê herdu xwendekar demildest azad bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin