Parlamenterê CHPê: Pirsa Kurd pirsa hemû Tirkiyê ye

Parlamenterê CHPê: Pirsa Kurd pirsa hemû Tirkiyê ye

.

A+A-

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Oguz Kaan Salici, ragihand, pirsa Kurd ne pirseke ku tenê aliyek ji xwe re biker dert, ev pirsa hemû Tirkiyê ye û got: “AKP dibêje Pirsa Kurd nîne lê bi baweriya me heye.”

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) û parlamenterê Stenbolê yê wê partiyê Oguz Kaan Salici li parêzgeha Wanê ligel beşek ji rojnamevanan civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên di rojevê de pirsên wan bersivandin.

Salici amaje bi wê yekê da ku wan di çarçoveya bernameyeke 4 rojî de ku parêzgehên Wan, Erzerom û Colemêrgê lixwe digire serdana navçeyê kirine û got ku ew dixwazin rêjeya dengên partiya xwe li wan navçeyan zêde bikin.

CHPê ji bo bidesxistina dengên Kurdan li parêzgehên Bakurê Kurdistanê “Maseya Rojhilat” ku ji çend berpirs û parlamenterên wê partiyê pêktê avakiriye û dembidem bi şandekê serdana Bakurê Kurdistanê dikin. Oguz Kaan Salici derbarê wê maseyê de jî  dibêje: “Li gor hilbijartinên sala 2018ê li Başûrê Rojhilat û Rojhilat 24 parêzgehên me hene. Li tevahiya van 24 parêzgehan 8 parlamenterên me hene. Rêjeya dengên me li van parêzgehan kêm e û em ji vê rewşê ne kêfxweş in. Ev ew parêzgeh in ku CHP dixweze dengên xwe li wan zêde bike û di heman dem de parlamenteran ji wan derbixe.”

Li ser Pirsa Kurd û rêûrêbazên çareserriya wê de jî ew parlamenterê CHPê dibêje “Pirsa Kurd ne pirseke ku tenê aliyek ji xwe re bike dert, ev pirsa hemû Tirkiyê ye. Em rê û rêbazên çareseriya pirsa Kurd diyar dikin: di çarçoveya yekitî û yekrêziya Tirkiyê de li parlamentoyê bi şefafiyet û bi awayek demokratîk çareseriya wê. Em dikarin vê pirsê di vê çarçoveyê de çareser bikin. AKP dibêje Pirsa Kurd tine ye lê bi baweriya me Pirsa Kurd heye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Oguz Kaan Salici diyar kir ku berî ew pirsa Kurd çareser bikin divê rejîma tûnd a zext û guvaşê ya li Tirkiye ji hole bê rakirin û astengiyên li pêşiya demokratîkbûn û mafê raderbirînê bên rakirin.

Eger hilbijartinek pêşwext çênebe hilbijartinên giştî yên Tirkiyê dê di Hezîrana 2023ê de bên kirin. Bi destpêkirina hilbijartinan aliyên siyasî yên Tirkiye serdanên xwe bo Bakurê Kurdistanê zêde dikin  û bi taybet di gotarên xwe de behsa çareseriya Pirsa Kurd dikin ku bi salan e siyasiyên Tirkiye berî hilbijartinê dixin rojeva partiyên xwe lê piştî ku dibin desthilat careke din wê pirsê paşguh dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin