Parlamena Ewropayê banga bilez berdana Demirtaş li Tirkiyê kir

Parlamena Ewropayê banga bilez berdana Demirtaş li Tirkiyê kir

.

A+A-

Li demeke ku îro 26ê Nîsanê Doza Kobanê li Enqerê berdewam dike û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşolu li Brukselê ye, Parlamentoya Ewropayê (PE) di serî bo Selahattîn Demirtaş banga serbest berdana siyasetmedarên girtî li Tirkiyê kir.

Di di daxuyaniya bangewaziya Parlamentoya Ewropayê de ku ji aliyê saziyên Yekîtiya Ewropayê ve hatiye amadekirin de, bangeke tund li Tirkiyê hat kirin û hat xwestin di çarçoveya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de, Selahattîn Demirtaş bê merce were berdan.

PEyê diyar kir ku ew bi israr bi bîra Tirkiyê dixin ku biryarên DMMEyê wan girê didin û ev jî tê wateya bilez serbest berdana Demirtaş ku heger Tirkiye vê neke ev binpêkirineke hiqûqa Tirkiyê hem jî ya navxwe ya DMMEyê ye.

Di beşeke daxuyaniyê de, helweste dijî Demirtaş hat şermezarkirin û wekî cezayekî zalimane hate pênasekirin û bang li Tirkiyê hat kirin gavan bavêje û dev ji zextên ser siyasetmedar û partiyan berde.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin