Paris: ”Mafê çarenûsê dikare pirsa Kurdistanê li Bakur çareser bike”

Paris: ”Mafê çarenûsê dikare pirsa Kurdistanê li Bakur çareser bike”

Berpirsê Komîteya PAKê li Fransayê Ihsan Aydin; "Em, weke PAK di wê baweriyê de ne ku tenê mafê çarenûsê dikare pirsa Kurdistanê li Bakur çareser bike."

A+A-

Paris/ Yaqûb Karademir

Li Parisê Semînerek li ser Kurdistanê Dezgeyê Twêjînewe Stratejiyekan bi navê "Rewiș, rawêj û rêga", li Navenda Nûrerayetiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê (NHKP), di 17ê hezîrana 2017an de semînerek li ser çar beșên Kurdistanê li dar xist. Semîner ji çar panelên li ser çar beșên Kurdistanê; Bakur, Bașûr, Rojhilat û Rojava pêk hat.

Di panela li ser bakurê Kurdistanê de, Berpirsê Komîteya PAKê li Fransayê Ihsan Aydin, Berpirsê Hak-Parê Mihmed Elî Akagunduz û Parêzer Derwêș Akaguduz beșdar bûn. Panel ji alî Erdelan Ebdulahî ve hat birêvebirin.

Berpirsê PAKê Ihsan Aydin li ser șoreșa bakurê Kurdistanê axivî. Ji serîhildana Bedirxan Beg dest pê kir, bahsa serîhildana Șêx Seîd, Agirî kir û li ser avakirina Xoybûnê û Komara Mehabadê rawestiya û axavtina xwe wiha domand: "Piștî ew çend têkçûn, îro li Bakûrê Kurdistanê șoreș kiz bûye û hestên netewî lawaz bûne, lê potansiyela șoreșeke nûjen heye û em bawer dikin ku îlana dewleteke serbixwe li bașûrê Kurdistanê dê șorêșê li her çar beșên Kurdistanê jî geș û gur bike. Rêxistinên me ji hev bela ne, divê em refên xwe bișidînin û yekîtiyeke berfireh pêk bînin. Em, weke PAK di wê baweriyê de ne ku tenê mafê çarenûsê dikare pirsa Kurdistanê li Bakur çareser bike. Ev çareserî, li got mercan dikare birya federasyon, konfederasyon an dewleta serbixwe pêk bê."

Parêzer Derwêș Akaguduz jî di axavtina xwe de got "HDP Xweseriya Demokratîk dixwaze, lê ala Kurdî, perwerdeya kurdî naxwaze. Li bakurê Kurdistanê îro pêdivî bi șerê çekdarî tuneye, li Tirkiyê bi awayekî nisbî jî be azadiya ramanî heye û Kurd dikarin têkoșîna xwe di qada lêgal de bidin. Kurdan zirareke mezin ji șerê çekdarî dîtiye, îro dikarin yekîtiya xwe xurt bikin û di warê legal de xebata xwe bidomînin. Pêdivî bi partiyên cuda jî nemaye, gelek rêxitin û partiyên me dikarin di bin banê partiyekê yan bereyekî de bên cem hev."

Berpirsê Hak-Parê Mihemed Elî Akaguduz jî got "Piștî salên 80yî me Kurdên Bakur hêviya xwe pir bi șerê çekdarî ve girêdabû, ji bo wê șerê çekdarî yê PKKê di nav Kurdên Bakur de deng veda û heta îro hat. Lê îro, hêviya xwelkê șikestiye û gel ji șer bêzar bûye. Em ji bo bakurê Kurdistanê federasyonê dixwazin. Ev daxwaza me him ji bo me Kurdên Bakur realîst e û him jî dikare destê Kurdên bașûr li hemberî Tirkiyê xurt bike. Divê em dev ji partîzaniyê berdin û pirsa netewî derxin pêș. Divê em têkoșîna sivîl derxin pêș û ku pêdivî be di vî warî de xwe ji mirinê jî nedin paș û netirsin."

Semînerê bi panelên din berdewam kir. . 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin