Parezgerîya Batmanê ‘’cîhên pankartan’’ wek sedem nîşan da û nehişt PAK pankartên ji bo zimanê bijarte yê kurdî darve bike

Parezgerîya Batmanê ‘’cîhên pankartan’’ wek sedem nîşan da û nehişt PAK pankartên ji bo zimanê bijarte yê kurdî darve bike

.

A+A-

PAKê ji bo malbatên kurdan dersa bijarte ya kurdî bibijêrên, xwest li gelek navçeyên Batmanê li kolan û cadeyan pankartan darve bike.

Di van pankartan de bi zaravayên kurmancî û kirmanckî/zazakî û bi tirkî weha hatibû nivîsandin:

--Em zarokên xwe di dersa bijarte ya kurdî(Kurdî, Kirmanckî/Zazakî) de qeyd bikin

--Ma tutanê xo dersa weçînayî ya kurdkî(Kurdkî, Kirmanckî/Zazakî) rê qeyd bike

--Çocuklarımızı Kürtçe(Kurmanci, Zazaki) Seçmeli Derse Kaydedelim

Wek prosedura yasayî Serokê Teşkîlata Batmanê(Êlih) ya PAKê Birêz Azîz Ozdemîr roja 20.01.2022yê serî li Parêzgeha Batmanê da ku bikaribe îzna pankartan bigire.

Lê li ser navê Alîkarê Parêzgerê Batmanê Birêz îbrahîm Guneş di roja 24.01.2022yê de ji Serokatîya Teşkîlata Batmanê ya PAKê re nameyek hate şandin. Di vê nameyê de weha dihate nivîsandin:

’’Li gorî qanûna bi jimareya 2911ê, li bajarê me cîhên ku afîş û pankart dikarin bêne darve kirin her sal têne îlan kirin. Cîhên ku ji bo sala 2022yê hatine tesbît kirin, di Sîteya Înternetê ya Parêzgeha Me de hatine îlan kirin.

Ji ber wan cîhên ku we di nîvîsa xwe de dîyar kirine, ne ji wan cîhên ku Parêzgeha Me îlan kiribû ne, me dazwaza we di cîh de nedîye, daxwaza we nehatîye qebûl kirin’’.

Ew cîhên ku di Sîteya Înternetê ya Parêzgerîya Batmanê de hatine îlan kirin, hemû jî BÎLBOARD û RAKETên ku bi pereyan dikare bêne kirê kirinê ne. Ev biryara Parêzgerîya Batmanê di eslê xwe de astengî û rê li ber girtina li azadîya ramanî, azadîya propagandayê û xwe îfade kirinêye.

Herweha di wê tarîxa ku PAKê xwestîye pankartan darve bike, ji wan 5 cîhên ku PAKê daxwaz kiribû li duduyên wan, pankartên hinek dezgehên din yên bi naverokên cuda cuda hatibûn darve kirin.

Em dibêjin ev biryara Parêzgerîya Batmanê ya ku ji ber sedema cîhî rê nedaye PAK pankartên xwe darve bike, biryareke cot standartî ye.

Em dibêjin divê Parêzgerîya Batmanê û hemû dezgehên fermî di derbarê xebatên ji bo dersa bijarte ya kurdî divê bi helwesteke nermtir tevbigerin û bi her awayî piştgirîya xebatên bi rengî bikin.

Em dixwazin raya giştî di derbarê vê biryara Parêzgerîya Batmanê de agahdar bin.

27.01.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

p-008.jpg2-231.jpg4-176.jpg5-130.jpg3-222.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin