Parêzgehîya Wanê konferansa PAKê ya li ser Sykes-Picot qedexe kir

Parêzgehîya Wanê konferansa PAKê ya li ser Sykes-Picot qedexe kir

Biryara qedexekirina konferansa me, pêlêkirina azadîya fikrî û xwerêkxistinê ye, em vê biryarê rûreş dikin

A+A-

Bi helkeftina 100 emîn salvegera Peymana Sykes-Picot, PAKê biryara li 5 bajaran  amadekirina konferansan dabû. Piştî Batman, Dîyarbekir, Stenbol û Îzmîrê, konferansa pêncem wê li bajarê Wanê pêk bihata. Lê bi biryara roja 20.05.2016, parêzgehîya bajarê Wanê lidarxistina konferansê qedexe kir.

Li gor biryara Parêzgehîya Wanê “ Dê konferans bibe çalakîyeka propagandaya eşkere ya rêxistina terorîst, bibe sedema têkdana maf û azadîyên xelkê û talokeyek ji bo tendurustîya giştî,  rê xweş bike ji bo bicihhatina tawanên dikevin ber Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê ya numre 3713  û ji ber vê yekê hatiye qedexe kirin”.

Serokê rêxistina PAKê yê Wanê Mehmet Kasım Kahramaner bi daxuyanîyekê qedexekirinê şermezar kir beyam weha ye: ” Berî her tiştî em hemû sedemên qedexekirina konferansê red dikin û vê tawanbarîyê wekî heqaretekê dibînin. PAKê bi heman pêşkêşkiran, bi heman babetê li 4 bajaran ev konferans amade kiriye. Ji yek li van bajaran jî pergala giştî têk neçûye, bûyerên têkdana maf û azadîyên xelkê rûnedane, û bi çi awayî jî proganadaya ’rêxistinên terore’ nehatiye kirin.

Konfarensa li ser encamên zanistî, siyasî, civakî û dîplomatîk yên Peymana Sykes-Picot ya ku berî 100 salan hatiye îmze kirin, çima pergala civakî têk bide? Çima bibe sedema bûyeran?

Em dipirsin; Bajarê Wanê dikeve nav sînorên welatekî dîtir, bi qanûnine dîtir tê birêve birin? Lewra konferansa li Batmanê, li Dîyarbekirê, li Stenbolê, li Îzmîrê tê amade kirin, li Wanê tê qedexe kirin?

PAK ji roja damezirandina xwe li dijî hemû awayên zordarî û terorê ye û ev yek di programa partîya me de jî  heye. PAK pir eşkere hem li dijî terora dewletê, li dijî siyaseta kuştin û zordarî ya dewleta tirkî derketiye; hem jî li bajaran ji siyaseta xendek û barîkatan, ji “xweserîya çekdar” ya PKKê re gotiye na. Ev siyaset û helwêsta eşkere ya PAKê ye. Lewra em tawanbarîya “propagandaya terore” wekî heqaretekê dibînin.

Diviyabû dewleta tirkî ji tecrûbe û serbûrên xwe fam bikiraya ku qedexe, rêlibergirtin, kuştin, hilweşandin nikarin rê li ber têkoşîna gelê Kurdistanê bigrin. Mixabin ev siyaseta qedexexwaz û bêencam ya dewletê, berdewamîya neçaresererîya pirsê ye. Divê dewlet fam bike ku rêlibergirtina awa û metodên siyasî, sîvîl û demokratîk, bi metodên ferzkirina tund û tûjîyê li ser kurdan, çareserî bi cih nayê. Biryara qedexekirina konferansa me, pêlêkirina azadîya fikrî û xwerêkxistinê ye, em vê biryarê rûreş dikin. “

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin