Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana Urmiyê kir

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw serdana Urmiyê kir

.

A+A-

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw roja Yekşemê 26ê Kanûnê bi serokatiya şandekê gihîşte bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê û ji aliyê Parêzgarê Urmiyê, Mihemed Sadiq Muitemidiyan ve hate pêşwazîkirin.

Di civînekê de, Omêd Xoşnaw û Muitemidiyan pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Îranê de nirxnadin û têkez li ser pêşvebirina pêwdendiyên Urmiye û Hewlêrê kirin.

Ajansa Fermî ya hikûmeta Îranê belav kiriye ku Omêd Xoşnaw û Mihemed Sadiq Muitemidiyan tekezî li ser çareserkirina asteniyên li ber bazirganniya di navbera parêzgehên Urmiye û Hewlêrê de kirine.

Herwiha parêzgarên Hewlêr û Urmiyê hêvî xwestine ku hevbeşiya aborî û kultûrî di navbera herdu aliyan de zêdetir pêş bikeve.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin