Parêzerên Kurdistanê: Tirkîye li Rojava hemû pîvanên hiqûqî û mirovî binpê dike

Parêzerên Kurdistanê: Tirkîye li Rojava hemû pîvanên hiqûqî û mirovî binpê dike

Parêzerên Başûrê Kurdistanê piştevanîya xwe bo berxwedana gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê nîşan dan û daxwaz ji civaka navdewletî kirin êrişên Tirkîyê li ser Rojava bidin sekinandin.

A+A-

 

Navenda Nûçeyan- Îro bi dehan parêzerên Başûrê Kurdistanê li ber avahîya dadgeha Hewlêrê kom bûn û nerazîbûna xwe li hember êrişên Tirkîyê li dijî Rojava nîşan dan.

Serokê liqa Hewlêrê ya Sendîkaya Parêzerên Kurdistanê, Eyad Kakeyî got, ev çend roj in Tirkîye li Rojavayê Kurdistanê tevahîya pîvan û nirxên hiqûqî û mirovî binpê dike. Em wek parêzerên Kurdistanê nîgeranîya xwe li hember vê yekê nîşan didin û daxwaz dikin civaka navdewletî bi lez wan êrişan bide sekinandin.

Eyad Kakeyî her wiha got, tenê bi şermezarkirin û piştevanîkirinê ev şer û êriş nayê sekinandin, ji ber wê jî divê gavên piratîkî bên avêtin. Divê encumena asayişa navdewletî û NY çi ji destê wan tê, bikin û Tirkîyê neçar bikin êrişa li ser Rojava bide sekinandin.

Bi gotina wî parêzerî, ewa ku Tirkîye li Rojava dike, sûcê şer e û di hinek rûdanan de jî dikeve tawana jenosaydê.

Çavkanî: Basnews

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin