Parêzerên doza kuştina Tahir Elçî daxwaza guhertina dadwerî dozê dikin

Parêzerên doza kuştina Tahir Elçî daxwaza guhertina dadwerî dozê dikin

.

A+A-

Parêzerên doza kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, bang li dadwer û dozgerên Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran ya Diyarbekirê kirin ku dest ji doza Tahir Elçî berdin. Parêzeran gotin ku betalkirina guhdarkirina Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu jî biryareke siyasî ye.

Parêzerên doza kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî, rêveber û endamên Yekîtiya Baroyan ya Tirkiyeyê (TBB), serok û endamên hinek baroyên Bakur û Tirkiyeyê, li ber derê Dadgeha Diyarbekirê kom bûn û bi kongreyeke rojnamegerî bertek nîşanî helwsta dadgehê dan û gotin ku; dosyeya Tahir Elçî ne bêxwedî ye. Di daxuyaniya parêzerên Elçî de hat ragihandin ku; ji bo ku doza kuştina Tahir Elçî neyê ronîkirin gelek astengî têne derxistin, lê belê ew ji dest ji doza xwe bernadin.

Endamê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê Alî Bayram ji K24ê re ragihand: “Eger em bixwazin ku ev kuştin were ronîkirin û hemû berpirsên vê tawanê werin sizakirin divê ev ev dadger û dozger werin guhertin. Em dizanin êdî ev dadgeh ne adil e. Em dizanin êdî biryareke adilane ji vê darizandinê dernakeve. Divê endamên dadgehê demildest destê xwe ji vê dozê vekişîne.”

Daxuyanî di nava bergiriyên hêzeke zêde ya asayîşê de hat ragihandin. Parêzerên doza kuştina Tahir Elçî dibêjin; da ku bûyer neyê ronîkirin dadgeh hemû daxwazên wan red dike. Li gorî nirxandina mafnasan, betalkirina biryara guhdarkirina serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu bi fişarên siyasiyan hatiye girtin.

Mafnas Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re diyar kir: “Heta ku îradeyeke siyasî tune be û piştevaniya dadgehê neke, ji xwe dadge nikare bi xwe vê bûyerê zelal bike.  Biryara gûhdarkirina Dawutoglu  betalkirina wê biryarê jî bi fermana siyasetmedaran hatiye dayîn.”

Li gorî parêzerên doza kuştina Tahir Elçî, ji ber biryarên ku dide Dadgeha 10emîn a Sizayê Giran ya Diyarbekirê ne bêalî û serbixwe ye. Ji ber vê yekê parêzeran bi daxwaznameyekê dadwer û dozgerên dozê red kirin û dixwazin ku endamên ew şande destê xwe ji vê dozê bikêşin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî di 28ê Mijdara 2015an, di dema daxuyaniyeke li dijî şer û aloziyên nav bajêr de hatibû kuştin. Di 23ê Mijdarê de danişîna doza kuştina Tahir Elçî dê birêve biçe.

Çavkanî

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin