Parêzer Aslan: Di kuştina Denîz Poyrazê de Gencer bi tena serê xwe nebûye

Parêzer Aslan: Di kuştina Denîz Poyrazê de Gencer bi tena serê xwe nebûye

.

A+A-

Turkan Aslan, parêzera Denîz Poyrazê diyar kiriye û gotiye wan qeydên HTSê yên telefona Onûr Gencer, kujerê Poyrazê lêkolîn kirine û derketiye holê ku Gencerî bi tena sere xwe nebûye.

Di doza Denîz Poyrazê de pêşkevtinên nû çêbûye. Denîz Poyraz di 17ê Hezîranê de li Rêxistina Îzmîrê ya Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) ji aliye Onûr Gencer ve hatibû qetilkirin.

Li gorî nûçeya Melîke Aydinê ku li JinNewsê belav bûye Turkan Aslan, yek ji parêzerên Poyrazê ye diyar kiriye û gotiye wan qeydên HTSê yên telefona Onûr Gencer, kujerê Poyrazê lêkolîn kirine û derketiye holê ku Gencerî bi tena sere xwe tevnegeriya ye.

Aslanê gotiye, “li gorî qeydên HTSê wan xwe gîhandiye wê encamê ku êriş bi plansaziya rêxistinekê pêk hatiye.”

Aslanê destnîşan kiriye ku piştî qeydên HTSê hatine lêkolînkirin wan daxwazên xwe amade kirine lê ji ber betlaneya edlî wan daxwazên xwe radestî dozger nekirine û ew ê di 1ê Îlonê de tişta pêwîst çi be dê bikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin