Mahmûd Kilinc

Mahmûd Kilinc

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Parastina ewlehîya gelê Kurdistanê pêdivî bi hevkarîyê heye

A+A-

Parastina ewlehîya gelê Kurdistanê pêdivî bi hevkarîyê heye

Dema ez, bi mebesta nivîsandinê li ber computer rûniştim, berê nivîsandinê min bala xwe da nûçeyan, bi nûçeyekê dilê min tengezar bû, xemginîyek kûr ramana min da ber xwe.                     

Mixabin, dîsa li Qamişlo‘yê du teqînên terorîstî bûne û di encamê teqînan da, ji 50 kesî bêhtir jîyana xwe jidest dane, ku piranîya vana kesên sivîl in, bi sedan birîndar hene jê hinek giran in, qada teqînê; kolan û avahîyên dorberê hemû wêran bûne, wekî wêneyên Nisêbînê, Sûrê, Şirnaqê, Cizîrê, an kolanên bajarên Suriyê yên bombekirî.

Heta îro li rojavayê Kurdistan’ê gellek caran teqîn bûn, otomobîlên mînkirî, êrişên întixarî û xweteqandinê, vêcarê barhilgirek bombekirî hat teqandin, him canî û him madî zirarek gellekî mezin li paş xwe hişt.

Li rojavayê Kurdistan’ê, heta îro çend teqîn bûn, çend kesan jîyana xwe jidest dan, zirara madî çiqas bû, rayagiştî haydarê rastîyê nîne, weha dixuye ku emê ti caran jî nizanibin!, ji ber ku berpirsên xweseriyê rayagiştî agahdar nakin.                         

Teqîna Qamişlo‘yê tevgera terorîst DAİŞê daye ser xwe, wekî yên berê.

Divê em rastiyekê bibînin, ewlehîya rojavayê Kurdistan’ê baş naye parastin, hemwelatî roja xwe di bin metirsîya êrişên terorîstî, li kolanekê an, li bazarekê teqîna otomobîlek mînkirî da dibihorin.

Tenê bi serê xwe YPG nikane ewlehîya rojavayê Kurdistan’ê biparêze, çendin car ev rastî jêra hat gotin, him jî li ber rayagiştî, divê PKK/PYD jî pêşwaziyê li vê rastiyê bikin; jixwe, bi qasî ku têt ragihandin struktura (têkil) hêzên YPGê jî hatiye guhertin.

Li rojavayê Kurdistan’ê bi dehan êrişên terorîstî hatin kirin, bawerim bi sedan kesî jîyana xwe jidest dan, herweha pêywendiyên PKKê û PYDê jî têt zanîn, pirs ev e; gelo hêzên PKKê li Şingal‘ê, li enîya Kerkûk‘ê çi digerin, eger dixwazin karekî neteweyî bikin bila keremkin xizmeta ewlehîya rojavayê Kurdistan’ê bikin.

Bila pêşengên PKKê qanî bin, ku rayagiştî hay ji her rastîyê heye, kirar, siyaset û bernameyên her partiyê bi nêzik va dişopîne.

Herweha, rayagiştîya Kurd nakokîyên di navbera PYD û ENSK bi nêzik va dişopîne, ti berjewendiyên partiyekî ne di ser berjewendiyên, taybetî ewlekarîya civata Kurd da ye.

Her roj gellek kes dinivîsin, di bernameyên telewîzyonan da dibêjin, bang dikin ku bêhevkariyê, bêyekrêzîyê doza Kurd û Kurdistan‘ê bi ser nakeve, ewlehîya civata Kurd naye parastin.

Ev rastiyek berbiçav e û famkirina wê gellek hêsa ye, ji ber ku di dîrokê da gellek mînakên tahl û biêş hene.

YPG ne hêzek gerîlla ye, bi amancê têkoşîna lidijî terorîzmê rahênan divê, gelo çima bi milyar dolar lêçûnan akedemîyên serbazî û polisîyê tên damezrandin û aktuel kirin?

Eger, bi law û keçên 16, 17 salî û belaş bûbûya, pêdivî bi ewqas lêçûnan nedibû, dewletan budçeyên ewqas mezin terxan nedikirin.

Gotina dawî, divê PKK, PYD û YPG zanibin ku tenê bi serê xwe nikanin ewlehîya rojavayê Kurdistan’ê biparêzin, rojek berê rojekê rê li ber pêşmergeyên Rojava bêt vekirin, herdu hêz bi hevra ewlehîya rojavayê Kurdistan’ê biparêzin, derza ku bi xerabûna struktura PYD qewimî bi pêşmergeyên Rojava bêt pîne kirin.

Ji malbatên kesên jîyana xwe jidet dane ra sersaxiyê û li birîndaran ra hêvîya teduristîyê dikim. Bila serê neteweya Kurd sax be.

27.07.2016/Dusseldorf

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin