Şeyhmus Ozzengîn

Şeyhmus Ozzengîn

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Paradîgmayên Hewildana Leşkerî!

A+A-

Piştî têkçûna „hewldanek leşkerî" li Tirkîye, ji terefê radestên dewletê ve „rewşa awarte" hat îlankirin.

Wek ku em dizanin: di hewldana leşkerî de girseyek ji tarafgîrên hêzên serdar derketin kolanan û li henber hewldankirên leşkerî nerazîbûna xwe dan nîşan. Li henber derketin, bi sedan kujtin qewimîn û bi dehhezaran girtin û ji kar dûrxistin, binçavkirinan destpê kir.

"Bi biryara hikûmetê ya rewşa awarte ve gelek saziyên çapemeniyê û televizyon hatin girtin û di rojnameya fermî de navên wan saziyan hate weşandin. Li gor biryara di hikmê qanûnê ya rewşa awarte 16 televizyon, 3 ajansên nûçeyan, 23 radyo, 45 rojname, 15 kovar û 29 weşanxane û cîhên belavkirinê hatin daxistin."(1) Bi têkçûna hewildana leşkerî re îktîdara medenî terorek medenî jî bi xwe re anî.

Ew kesên ku derketin kolanan, hin li henber Hewldana leşkerî derketin û hin jî ji bona gavên diktatoryal piştgirî dan Tayip Erdogan û serdestîya wî li Kurdistan. Bi têkçûna hewldana leşkerî re, hewldanên dîktatorî, ji destekî leşkeran derbasî destê hêzên medenî(sivîl) dibû. Hêja bû ku em vê rast binirxînin. Ewên ku ev hewldana medenî wek „garantî ya demokrasîyê" didan nîşan, carek din hin xwe û hin jî derdorên xwe dixapandin. Kesên ku li kolanan bingeha wan a medenîyetê tune be, nikarin bibin mertal ji demokrasîyê re.

Li ser hewldarên leşkerî pir nerîn derketin holê:

-Ev hewldana leşkerî bi USA re têkildar bû an na?

Dewleta tirk her çi li hesabê wan nehatîye gotine "ev kar ji derve de hatîye pilan kirin" Lê napirsin ku tiliya USA di vê hewldanê de hebe, çima ewqas ecemîtî derket holê?

Çima hemû serbazên artêşa tirkan ku li Kurdistan berpiriyarên bûyer û qirkirinên kurdistan in, yek bi yek hatin binçav kirin?

Sê derbeyên din yên serkevtî hene di Dîroka artêşa tirkan de. Ev hewldana duyem e ku bi ser neketîye. EV herdû hewldanên ku bi ser neketine jî, bi destê grûbek ji nav artêşê hatîne amade kirin. Bi raya min ti têkiliyên vê hewldanê bi USA re tuneye. Dibe ku hayê wan jê hebe lê dengê xwe nekirine. Eynî tişt ji Serokkomarê tirkan Tayip Erdogan re jî derbas dibe:

Hayedar bû, lê heta roja dawî jî tenê dişopand ku ji bona berjewendîyên xwe bikar bîne. Wek hilweşandina bajar û bajarokên Kurdistan jî. Hin  ji bona amadekirina Hewldana leşkerî bûn amadekarên kaosê, hin jî ji bona armancên dewletê li Kurdistan kar kirin! Ew serbazên ku li Kurdistan hin di bin bandora Dewleta tirkan de û hin jî bi PKK re hevkar ku îro girtîne, hêjaye ku em li ser wan bisekinin.

Hin jî ji bona ku PKK xwe bavêje hinbêza Îran, Surîye û Rusîya jî bingeh jê re ava kir ku têkiliyên kurdan di herêmê de biser nekevin.

Dibe ku hinek ji tarafgirên „Cemaeta Gulen" pişgirî kiribin. Lê ez ne bawerim ku wek Cemaat amadekarên vê hewlrdanê ne. Serok komarê tirkan ji vê fersenda hewldana leşkerî, nakokîyên navbera xwe û Fettûllah Gulen derxist pêş û ji bona sererastkirina dewletê bikar anî. Wek ji nûve reorganîzekirina dewletê. Ev şerrekî îktîdarî ye û kî bi serkeve wê bidestxistinên xwe ji bona serdemtîya xwe bikar bîne.

Berî her tiştî divê ji bona ku em van pirsan yek bi yek zelal bikin, divê em li destpêka Tayip Erdoğan û hatina wî a ser îktîdarê binêrin: Yekî ku ji „qedexeya mafê siyasetê" xwe gîhand Serokkomarîya dewletaTirkan, ne karekî hêsan e. Ev tê maneya ku xwedî hêzek xurt e di nav dewletê de. Xwedî piştgir û derdor têra xwe tije alîgirin di qada navdewletî de..

Ji qeyranên di cejnan de ku leşkeran  nedihiştin bi jinên xwe re wek fermî bên pêşewazî kirin. Ev hewldanên leşkeran bi xwe re di navbera Leşker û hêzên medenî de şerrekî hevpa jî derxist rû siyaseta medenî: Bi navê „Ergenekonê" di nav leşker û alîgirên wan de operasyonek destpê kir. Bi hezaran kes hatin binçavkirin, hatin girtin û di derheqê wan de doz vebûn. Ev helwdanên AK-Partî û Erdogan, di nav çapemenîya tirkan û demokrat-çepgiran de jî deng da. Ji van deran jî pir kesayetîyên navdar piştgirîya van gavên AK-partî û Erdogan kirin(!) Ew kesên ku wan rojan ji Tayîp Erdoğan re li çepikan dixitin, beşek ji wan îro dijraberên wî ne û piştgirên hewldana leşkerî yê fedîkokin!

 Ji kesên ku ji Ergenekonê hatin girtin, di derheqa 17 hezar kujtin û wundakirina ronakbîr, karmend û gundîyên kurd e „ifade dan, dosya amade kirin û navên kujeran rêz kirin. Lê ev gav, derbasî rojhilatê Firatê nebû. Hat gotin ku „Ergenekona rojhilatê Firatê li ser linge"! Lê bi van „operasyênên li ser Ergenekonê! Jî, kirinên dewletê Jî li kurdistan hatin veşartin. Bi van operasyonan, Kurd carek din nêzî dewletê kirin û kujtina dehhezaran hat ji bîr kirin! Wek pîlanek „paqijkirina mejû" hat bikar anîn!

Di nav van gavan de ekîba Tayîp Erdoğan û MÎTê bi hev re têkilî bi Abdullah Ocalan re jî danîn û xwestin ku A. Ocalan ji destên leşkeran derxin û têxin bin bandora Siyaseta medenî. Bi gavek „li zîndanan çûna çalakîyek birçîbûnê"(!) re destê A. Ocalan li ser PKK û Qandîl xurttir kirin û „pêvajoka aşitîyê" jî destpê kir. Lê hin PKK, hin leşkeran û hin jî Erdogan qozên xwe yek bi yek bikar dianîn. Di kujtina 3 jinên alîgirên PKK li Parîsê de, ev hewldan hîn zelal derketin holê. Bu kujtina van her sê jinan re destê dewletê û A. Ocalan li ser PKK hîn xurttir bi bandor bû. Pêvajokê tam destpê kir. Name û belavokên A. Ocalan ji bona MİT a tirkan Qandîl çûn û hatin! Berpirsiyarên PKK helwest guhertin, xwestinên xwe yê siyasî bêzên kirin û di her fersendê de „dijraberîya avakirina dewletek kurd û serxwebûna Kurdistan" bi daxuyanîyan eşkere kirin.

Lê piştî demekê Fîşeka îşareta berdana hêzên „Ergenekon"ê ku di zîndanan de bûn, hat dan. Ev hêz derketin û beşek ji wan dîsa vegerîyan Kurdistan û wek hêzên taybet –lê hêzên paramilîter- li Kurdistan bicîh bûn. Dest bi kar û barên xwe kirin(!)

Di her dema ku dewleta tirkan xwestîye li Kurdistan tevlihevî, kujtin, koçberî û terorê geş bike, Kurdan terorîze bike, kaosê çêke, ev hêzên paramilîter ketine dewrê. Ev hêz bi PKK re jî ketine têkiliyan û di navbera wan û rêberên PKK de dan û stendin çêbûne.

Di salên 1991-2000 an de van hêzên dewleta tirkan ew têkilîyên ku bi PKK re meşandine, ji „Dosyayên Ergenekon"ê, hinek rêveberên PKK, heta Şemdîn Sakik hatine belge kirin. Ev dem, dema ku 4500 gundên Bakurê Kurdistan hatine vala û wêran kirin, 17 hezar kujtî û 5 milîyon koçber derxistîye ber me(!)

Ev ne tohmeteke ku ez davêjim stûyê qadroyên PKK. Rastîyek ku hatîye çespandin e. Bi destê jîtem çek û agahîyên leşkerî gîhane PKK û bûye sebeb ku PKK hewldanên xwe zêde bike ku li henber asayîşa tirkîye ev bêt bikar anîn û bibe sebebê veşartina, ji berçavan bidûrxistina van kirinên dewletê ku li Kurdistan bike.

Gava duyem jî piştî ku ev hêzên dewletê derbasî Kurdistan bûn û dest bi çalakîyan kirin: Li bajar û bajarokên Kurditan, „hendek" hatin kolan, Kesên çekdar û serûçav veşartî ketin nava bajaran û dest bi çalakîyan kirin. Bombe teqîyan û her teqandinê PKK wek berpirsiyar xwe da nîşan û piranîyên van bûyeran girt ser xwe. Teqandina otomobîlek teqemenî ku li gundê nêzî Amedê hat teqandin balkêşe ku em li ser bisekinin(!) Ji ber ku teqîneyek wusa mezine ku ev kar tenê dibe ku karê van hêzên paramilîter be. Mixabin PKK ev teqemenî jî girt ser xwe ku perçên laşê 12 gundîyan jî nehat dîtin!

Kaosek ewlekarî destpê kir. Hêzên dewletê li bajarên Kurdistan „Qedexeya Derketina Derve" pêk anî û dest bi bombekirin û wêrankirina bajar û bajarokên Kurdistan kir. Li nav metropolên tirkan wek Stenbol, Enqera bombe teqîyan û krîza ewlekarîyê li seranserê tirkî wek ku „binêr ewlekarî nemaye li tirkî" derxist pêşberî me. Ev kaos amadekarîya derbên leşkerî bi xwe bû. Hinekan pêl hêzbûna bandora kaosê kiribû û ev wek dualî  xwedî bandor hin li Kurdistan û hin li nav tirkan dimeşîya.

Di virde jî wek salên 1991 an û virde ez têkilîyek PKK di amadekirina vê kaosê de dibînim. Şerê nav bajaran ne karê aqilan bû. Lê rêvebirên PKK yên Qandîl û yên legal, bi hinek qaşo „ronakbîr" û „zana"yan re, bi yek devî, ev „têkiliyên paramilîterên Dewleta tirk û PKK li Bakurê Kurdistan"(!) parastin û wek „Qahremanî" wek „serkevtî" dan nasîn. Lê rastî ne ev bû(!) Rastî ew bû ku ev hewldan xizmeta Helwdanek leşkerî dikir û PKK jî di vê hewldanê de dihat bikar anîn.

Di rojen borî de bi her haweyî min nivîsî û got ev şer şerê nav xwe yên tirkan î îktîdarê ye û ji bona vî şerrî, Kurdan bi kar neynin..Enerjîya Kurdan ji bona şerê tirkan yên nav xwe xerc nekin.

Kurd, siyasetmedarên Kurdan, ronakbîrên Kurdan, aqilmendên Kurdan, rîhsipîyên Kurdan li ku bûn? Çima li ser vê siyaset a biqirêj helwestek xwedî hestekî netewî dernaxistin holê?

Gund bi gund, bajar bi bajar hidiweşîyan û me jî temaşe dikir. PKK û dewlet bûn hevkar di hilweşandina Bajar û bajarokên bakurê Kurdistan de.

Dewlet ji bona tunekirin û asimilekirina Kurdan, kurdan ji hev belav dikir. Reha Kurdperwerîyê qut dikir û PKK jî alîkar bû. Kurd ji axa wan, ji cîh û warên wan diqetand û bingeha qontrolkirinê amade dikir. Armanca beşek ji yên dewletê  jî derxistina kaosê bû.

Armanca PKK çi bû?

Enerjiya tekoşîna rizgarîya Kurdistan ji bona "Tirkiyek yekgirtî, xwurt û demokratik", pêşkêşî tirkan dikir. Pir kadroyên ku bi dewletê re têkildar, ketin nav tevgera lefal û gaz dan van kirinan. Armanca herdû alîyan jî li ser esasê "xurtkirin û yekgirtiya dewleta tirkan û asimile kirina Kurdan" dibû yek. Îktîdara Teyip Erdogan xistibûn hedefê, dewlet ji ber çavan dûr dixistin û gavên amadekirina helwdanek leşkerî bi hev re saz dikirin. Lê îro wan kesan jî daxuyanîyên "li henber hewldana leşkerî, em bi helwesta medenî rene" didin bê ku kirinên vê îktîdarê yên li Kurdistan şîrove bikin!

Di nav vê hêza helwdarên leşkeran de Kemalîst, hêzek ji neteweperestên tirkan, beşek çepgir-Alewî jî hebûn. Lê piştî ku ev hewldan biser neket, yên ku serê wan ji kêrê re amadebûn, tenê man(!) Her kesî helwest guhert û bûn parêzgerên kolanan. Ketin qayîşê bê kê bêtir sînga xwe da ber leşkeran li kolanan û li dijî leşkeran derket!

Tayip erdogan "ênîya millî" damezirand û bi van kirinan wê qeyranên herêmê derbas bike. Lê divê em ji bîr nekin ti tişt sedî sed nehatîye bidawî bûn. Pêşiya me tije boran û guhertinin..

A grîng ewe ku em kurd bikaribin pêşîya xwe bibînin û siyasetek netewî û hevkar di herêmê de ava bikin.

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin