• Diyarbakır 34 °C
  • Batman 35 °C
  • Hakkari 23 °C
  • Şırnak 31 °C
  • Ağrı 21 °C

Paradîgmaya Nû: Ziman û Nasname

Abit Gürses

Tevgêrên siyasî yên Kurd li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê li gor rewşa sîyasî û civakî ya îro li ber
pêkanîna paradîgmayek nû ne. Ev pêwistî û zarûret, ji rewşa sîyasî, civakî, aborî, ramyarî û psikolojîk a civaka Bakûrê Kurdistanê ku di nav sîstema sîyasî ya Tirkiyeyê da cîh digre, derdikeve holê.

Rejîma totalîter, fena boxçeyeke pînekirî, bi destûra bingehîn ve, tenê, bi îrade şexsekî ve hatiye girêdan û sîyasetek li dijî Kurd dimeşîne. Ev sîyaseta dijberî Kurd ji civaka Kurd bersivekî pêywist wernagre. Sîyaseta dewletê bê yî ku tuşî berxwedanekê yan li hemberderketinekî be, bi hesanî tê meşandin. Derdora sîyasîyên Kurd û welatparêzên Kurd xalî bûye, hatiye bêdeng kirin. Meriv dikare bêje, mîna atmosfereke tirsê ya piştî 12 îlonê û salên 90’î serdest bûye... Êdî ziman û nasnameya Kurdî, ne bi tenê bi tedbîrên polîsîye ve, herwûha bi tedhîşa girseyî ve tê mihandin, tê wûnda kirin. Sîyaseta dewletê ji aliyê girseyên gel ve tê qebûlkirin... Serokkomar Erdoğan li gel Bahçelî li Xelatê, li Milazgirê konê xwe ve dide, dagîrkirina Anatolia ku bi alîkariya Kurdan ve pêk anîbûn, bi tezahuratên Kurdan ve pîroz dike!

Asta asimilasyon, Türkifîzasyona ku di nav civakê da pêkhatiye, gihaye pîleyeke wûsa ku hebûn û pêşeroja miletê Kurd tehdît dike. Divê tevgera Kurd vê xeterê bibîne, ji bo lêpêşîgirtin û pûçkirina vê siyasetê gavên pêywist û zarurî bihavêje.

Gotina me ne ji bo kesên ku ji koka xwe, eslê xwe dûr ketin e, ji Tirkbûna xwe ‘şad û bextewar’ in, ew dê her dijitîya kurdan bikin!

Gotina me ji wan Kurdan, ku Kurdbûna xwe ne piçûk dibînin ne jî mezin. Kurdbûna xwe ne wek qisûr, ne jî qebehet dibînin, xwe ji kesekî Tirk, Faris, Ereb ne girîngtir û hêjatir, ne kêmtir û ne jî siviktir dibînin, re ye. Gotina me ji wan Kurda re ye ku bi encama sîyasetek hovane hatine asîmîlekirin, hîn jî hay ji koka xwe, eslê xwe heyî, re ye...

Gotina me ji bo eqliyeta dewletê û civaka Tirk re ye, ku siyasetê li dijî Kurd dike. Ew dewleta ku gava dikeve tengasiyan hawara xwe dighîne Kurdan, bi gotin û bi sozên ‘’biratî û wekhevî’’ Kurda dixapîne, lê dema derdikeve firehîyê dijminatîya Kurdan dike... Gotina me ji bo aqilyeta ku hebûna xwe, di asîmîlekirin, Türkîfîzekirin, pişavtin û wûndakirina nasname Kurdan da dibînin re ye...

Hebûna ziman, çand û nasnameya Kurdan û wek Kurd jîyana xwe domandin, ji ber kiryarên dewletê di bin tehdîda wûndabûnê de ye. Dezgehên dewletê berdewam û sîstematîk bi wûndakirin û asîmîlekirina ziman û nasname Kurdan ve mijûl e.

Ji ber vê yekê daxwaz û programên siyasî ya hêzên Kurdistana Bakûr çiqasî rast û durist jî bin, çiqasî di cîhê xwe jî de bin, bi dest xistina van dirûşmên serxwebûn û federasyon ûhd. ne dîyar e, ku kengê û çawa pêk bên. Ji bo vê yekê, hêzên siyasî bê yî ku dev ji programên xwe ên azamî berdin, pêwist e, divê bikaribin bibin xwedî programeke wusa ku wek Kurd, hebûna xwe biparêzin. Ji bo pêkanîna vê armancê divê hemû partiyên sîyasî, rêxistinên sîvîl, kesayetiyên olî, hûnermend û rewşenbîrên Kurd platformeke hevkariyê pêk bînin, dest bi kampanya parastina zimanê kurdî bikin.

Tekoşîna Kurdên Bakûr di eslê xwe da tekoşîna HEBÛNA XWE PARASTİNê ye! Di nav sîstema siyasi ya Tirkiyeyê da xebata hebûna xwe parastina Kurdan, bi pêwistî pêkanîna paradîgmayeke guncaw e jî.

Ew perspektîfên siyasî weke dijî kolonyalalîzmê û ji bo rizgarîya neteweyî ku tevgerên siyasî yên Bakûr ji berê de diparêzin di warê sîyasî, ideolojîk, rêxistinî û şeweyê tekoşînê de pêwistî bi paradîgmake cûda heye.

Em êdî nikarin xebata azadiya zimanê kurdî û nasnama Kurdan, ji aliyê qanûnî ve parastina mafê ziman û nasnamêyê, li pey statûyeke siyasî (otonomî, federasyon, konfederasyon, serxwebûn) bihêlin. Lewre, azadiya Kurdistanê, ne dîyar e, ê kengî û çawa pêk bê. Mafê ziman, di nav sîstema hiquqi, îdari û sîyasi ya Tirkiyeyê de, gava bibe daxwaza milyonan, dikarin bi dest bixînin. Ne hesanî ye, lê mimkin e. Ji ber ku mafê ziman mafekî sirûştî û mafekî însanî yê bingehîn e. Em vêya li pey dahatûyeke ne diyar, nikarin bihêlin.

Ez li ser xebat û tekoşîna Kurd û Kurdistanê, di rewşa îro ya Kurdistana Bakûr û Tirkiyeyê de, weke berê nafikirim. Bêgûman hîç kesek yan alîyeke Kurd û Kurdistanî nikare îpotekê deyne li pêşiya prensîba mafê çarenûsiya Kurdan ku teqabula dewletbûyînê dike. Ev prensîp, ev daxwaz xewn û xiyalê her Kurd û Kurdistaniyek bi şeref e. Divê xebat û tekoşîna hêzên siyasî yên Kurdistanî başî-xirabî neyê înkarkirin. Herwûha hebûna partiyên qanûnî û legal yên Kurdan ku bi navê Kurdistanê hatine damezrandin destkeftên hêja ne, divê bên parastin. Ev nav, çiqas destkeftiyeke mezin jî be, partiyên Kurdan xebat û kampanyayên xwe li bajarên Tirkan de, divê bikaribin bi avayeke hesanî, bê problem bimeşînin. Her tim ne şert e, navê Kurd û Kurdistanê bidin pêş.

Ez bawer nakim di rewşa îro da Kurd li Kurdistana Bakûr bikaribin bi xebat û tekoşîna xwe, bi hêza xwe otonomî, federasyon, serxwebûnê bi dest bixin. Em nizanin ka di heremê de tevliheviyên mezin çêbin yan na, wê ev tevlihevî li berjewendiya Kurdan de be yan na? Em nizanin, nikarin texmîn jî bikin. Bi gotinên qelew, daxwazên maksimal em nikarin miletê xwe bixapînin. Dimîne çi? Dimîne xebat û tekoşîna ziman. Em Kurdên Bakûr dikarin di rewşa îro de, di vî warî da xebat û tekoşîneke berfireh organîze bikin, bimeşînin. Çima di vî warî de gavên peywist ku dikarin biavêjin nayê avêtin?

Divê hêzên Bakûrî ev rewşa ku îro Kurdên Bakûr tê de ne baş fêhm bikin. Li gor rewşa heyî gavên xwe biavêjin. Ew hêzên Kurd ku daxwaz û talebên maksimal ji xwe re kirine armanc (çiqasî di cîhê xwe da bin, çiqasî bi îsabet jî bin) ku kes nizane kengê û çawa bê bidest xistin, bê yî ku deynin alîkî, çima nikaribin ji bo ziman û nasname ku dikarin bi dest xînin kar û xebatê nekin? Ger 40-50 salên dawî ji bo ziman û nasname xebateke hatiba kirin, belkî îro me mafê ziman û nasnamê bi dest xistibû. Gellek hêzên Kurdistana Bakûr, bi zimanê Tirkî Kurdayetî kirine. Îro jî gellek ji wanan bi zimanê tirkî Kurdayetî dikin. Çend partî û rêxistin civînên xwe bi Kurdî çêdikin? Xebat û tekoşîna Kurd û Kurdistanê bi zimanê Tirkî nabe! Xebata Kurdayetî bi tirkî bê meşandin ev xebat seqet dimîne, tekuz nabe. Divê tevgerên sîyasî yên Kurdan, kadroyên sîyasî, rewşenbîr, hûnermend, kesayetiyên olî, pîr, şêx, axa, beg û rêxistinên demokratîk û pîşeyî riya parastina zimanê Kurdî, nasnama Kurdan bibînin da ku sibê dusibê dema rewş gûncaw bû, bikaribin doz û daxwaza statûyeke sîyasî bikin, bikaribin daxwaza otonomî, federasyon, konfederasyon û serxwebûnê bikin. Ziman, çand û nasname di eslê xwe da bingeha xwedîbûna statûyeke sîyasî ye jî, ango danîna/ xwedîbûna dewletê ye jî. Ji ber vê yekê bi parastina daxwazên maksimal, piştguhkirina ziman û nasnamê ne helwestek rast e. Dema mesele dibe Kurdên Bakûr ku hebûna wan di bin metirsiya (tehdîda) wûndabûn, helandinê de ye, doza xebata ziman hîn girîngtir û pêywîstir dibe. Eger tu ziman, kultur û nasnama xwe wûnda bikî, divê êdî dewletbûyînê jî ji bîr bikî.

Bê ziman, kultur û nasname dewletbûyîn ne mimkin e.

Kurdên Bakûr û Kurdên Tirkiyê divê rewşa civaka Kurd û rewşa sîyasî ya Tirkiye bi Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojava û Rojhilata Kurdistanê re tevlihev nekin. Başûr ji bo konfederalî û serxwebûnê dixebite. Bingehên hiquqî, siyasî îdarî yên doza dewletbûnê ve mijûl in. Kurdên Rojava (Sûrîyê) ji bo otonomiya çandî û Federalî dixebitin. Dewleta İranê tu carî weke dewleta Tirk hebûna Kurd û Kurdistanê ji kok ve înkar nekiriye. Çênabe em Kurdên Bakûr cewaziyên tarîxî, civakî, sîyasî û kulturî yên parçeyên din ji bîrva bikin, daxwazên wek wana bidin pêş. Em dikarin ji dil û can piştgiriya daxwazên wan ji bo serxwebûnê, federasyonê bikin, lê em nikarin daxwazên ku ji bo wan guncaw e, îro ji Bakûr re jî bixwazin. Bê ku em armancên neteweyî dûr bikevin, dijayetiyê bikin, divê xwe konsantreyê mafên ku em dikarin bi dest xînin bikin. Ew jî; ZİMAN E!

Di esasê xwe da ev babet, hêzên siyasî û rewşenbîrên Bakûr elaqedar dike, divê wek pêywistîyekê li ser vê meseleya girîng bê sekinandin, çareseriyên gûncaw bên peydakirin. Mixabin aktorên navborî bi qandî ku pêywist e, li ser vê babeta giring nasekinin, di warê rêxistineke pêwist, programek gûncaw, kultura polîtîkek nû, paradîgmayek nû, gavên bi wêrek navêjin.

Bêguman ev zulm û pêvajoya tenkil, teedip û asimilekirina Kurdan ne ji niha ve dest pê kiriye, ji waxtê Ittihat Teraqqî û dema rêvebirîya Mustafa Kemal ve dest pê kiriye, bi destê hemû hikûmetên Tirkan ve hatiye meşandin. Dijatiya dewleta Tirk li hember hebûn, şiûr (hişmendî) armancên Kurd û Kurdistanê bê emsal e. Di dinyayê de nehatiye dîtin. Di salên dawî de hikûmeta AKP di bin navê şerê PKKê, bi alîkariya MHP, BBP hin derdorên dij bi Kurd re dijminatiya û Rojava û Başûr dike. Dewlet û hikûmeta Tirkiye li ser esasê Tirk û îslamê dijminatiya Kurdan ji xwe ra kiriye karê esasî. Tirs xistiye dilê Tirkan. Tirk, hindik maye ku bêjin sedema kêm zarokanîna jinên Tirk, Kurd in. Sedema qezayên (hadîseyên) trafîkê, kêmbûna berhemên bindiqê jî Kurd in!.. Li ba dezgehên dewletê, hikûmetê, partiyên siyasî yên Tirkan, di nav civaka Tirkiye da dijminatiya Kurdan gihiştiye radeyek wûsa ku mirov dikare bêje haleta cinnetê ye. Ev halet ne normal e. Sedema vê jî dijminatiya Kurdan e. Heta, Dewlet û civata Tirk nikaribe hebûn û mafê Kurdan qebul (bipejirîne) bike, nikare normalîze bibe…


***

Hêzên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê ew bingehên ku hebûn û programên xwe li ser avakirine, bingeha paradîgmayên wan jî pêk tîne.

Ew bingeh çi ne?

Kurdistan welatekî parvekirî ye, hebûn û mafên wê hatiye înkar kirin.

Kurd milletekî ne. Her çend heta îro nikaribin dewleta xwe ava bikin jî, di nav xwe da li ser esasên olî, heremî û lehce çiqas heterojen jî bin. Her çend hebûna Kurdan neyê qebûlkirin jî Kurd milletek in.

Kurdistana Bakûr di bin dagîrkeriya arteşa Tirk de ye. Di bin nîrê dewleta Tirk de ye.

Milletê Kurd jî weka hemû milletên dinyayê xwedî mafê çarenûsi ye.

Hêzên Kurdistana Bakûr hebûn, rêxistinbûn, tekoşîn û programên xwe di salên 60’î û 70’yî de li ser van tesbîtên bingehîn pêk anî bûn. Ji ber van tesbîtên bingehîn û ji ber qedexekirin û zordestiya dewleta Tirk hema bêje rêxistinên Kurdan hemû weşartî/nîv weşartî bûn. Hin rêxistin xebata çekdariyê diparastin. Ji wa na PKK dest bi xebata çekdarî jî kir.
Ew hêza ku xebata çekdariyê dimeşand, di roja îro da encamekî konkret bi dest nexistiye. Dewleta Tirk jî bi behaneya vê xebatê gellek gundên Kurdistanê vala kirin, sosyolojiya Kurdistanê têk da, bi milyonan Kurd ketin bin destarê asîmîlasyonê. Ev tevger ji alîkî ve li ser xebata çekdarî hîn jî israr dike, ji aliyê din ve ‘’Watanê hevbeş û cumhuriyeta demokratîk’’ diparêze! Ew hêzên ku ji xwe ra dibêjin Kurdistanî, bê ku bibînin, dirûşmên serxwebûn, federasyonê li gor rewşa îro ne gûncaw e, muqabela wê nîne dîsa jî, weka ku tiştek nebûbe sloganên xwe diavêjin.

Baş e, daxwaz û vizyonên van tevgeran, rewşa welatê me û miletê me, rewşa Tirkiye û Kurdistanê çiqasî li hev tê? Çiqasî li hev dike?
Divê tevgerên siyasî yên Kurd û rewşenbîrên Kurd bersiveke guncaw bidine vê pirsê.

Ez li gor xwe li bersivekê digerim. Di rewşa îro da raya min ev e; Bê ku ji prensibên hebûna welatê Kurdistanê û mafê çarenûsiya miletê Kurd dûr bikevin, divê vatiniyên ku rewşa îro de xwe ferz kiriye, tesbît bikin.

Divê îro,
Bighêjin rêxistineke guncaw ku bikaribe xwe pêş ve bibe, girseyên gel bide dora xwe,
Metodên xebat û tekoşînê resen ku bikaribe berdewam be,
Xwedîbûna programeke ku daxwaz û talebên ku dikarin bi destxînin be.

Rêxistinek çawa ku bikaribe li pêşkeve, berfireh be?
Ew program, daxwaz û taleb çine ku mirov dikare bidestxîne?
Rêya xebata meşru û maqul çi ne ku mirov bikaribe van daxwazan pêk bîne?

Bersivên ku ji bo pirsên han bên dayîn dê bibe bingeha paradîgmaya nû.

Eger em xwe di nav çend formulên jiberkirî hepis nekin, em rewşa xwe, ji rastiya xwe dûr nekevin em dikarin li Bakûr û li Tirkiye gavên ku bên avêtin tesbît bikin.

Di bingeha xwe da, di naveroka xwe da tekoşîna Kurdên Bakûr û Tirkiye tekoşîna HEBÛNÊ ye!
Divê Kurdên Bakûr di rewşa îro da bikaribin bingeha paradîgma xwe li ser vê esasê deynin.
Tevgerek, kampanyayek û rêxistinek ku li ser esasa paradîgma nû xwe bi rêxistin bike, divê şêweya xebata xwe jî, programa xwe jî li gor paradîgmaya nû bihonîne. Rewşa tevgera Kurdistana Bakûr û Tirkiye di roja îro de dev ji serxwebûn, federasyonê berdin, nikare otonomiya heremî jî hilgire. Ji ber vê yekê divê em bikaribin bê tirs, bê dudilî ji daxwazên maksimal ku me berê diparastin, dakevin, daxwazên ku îro em dikarin bi dest xînin. Ev jî daketina sewiye programa ZİMAN û NASNAMA NETEWEYÎ ye.

Di roja îro de ziman û nasnameya bi milyonan Kurd li Tirkiye û Kurdistana Bakûr hîn jî qedexe ye. Bi gotineke din zêdeyî 20 milyon Kurd Tirk tên hesibandin, tên asîmîlekirin, Kurdî (kurmancî, zazakî) li ber wûndabûnê ye. Tevgerên Kurd divê vê rastiya tahl bibînin li gor wê gavên pêywist biavêjin.

Tu hêz, tu alî ku xwedî daxwaza zimanê Kurdî be divê ji ber bahaneyên idelojik û siyasî neyê biçûkdîtin, piştguh kirin. Divê rêna bibînin, peyda bikin da ku her aliyên ku xwedî daxwaza zimanê Kurdî ye, bi hev re bişuxulin. Çîmentoya herî bi hêz û qewîn ku Kurda bîne li ba hev ziman û nasname ye.

Zimanê Kurdî (kurmanci û zazakî) wasiteya herî girîng e ku em bikaribin xwe bighînin milyonan. Tu xebatek ku ziman û nasname bide pêş, divê biçûk neyê dîtin. Ji ber vê ew dezgehên ku perwerdeya zimanê Kurdî dikin (wek Unîversîta Mêrdînê) dixwazî bi destê dewletê ve hatibe avakirin, dixwazî ew xebata ziman ku bi destê belediyeyên ku di destê DBP û HDP de dihat meşandin, xebatên perwerde ku bi destê komelan wek Kurdî-Der tê meşandin, rojname û kovarên Kurdî, kitêb, şano, film, muzik, radyo û televîzyonên Kurdî biçûk neyên dîtin.

Ji bo zarokan bişînin dersên bijarte ya Kurdî ku dibistanên navendî da dewletê rê daye, çima kampanyayên welê neyên meşandin. Ew kesên ku di nav tevgera siyasî ya Kurd de ji bo daxwazên maksimal dikarin qiseyên qor bikin û lê, zarokên xwe naşînin dersên Kurdî? Çima tevgera Kurd, rê dide kesên wuha ku li ser pişta tevgera Kurd quretiyê dikin û ji bo ziman û nasnameya Kurdan tiliyên xwe nalebitînin?

Di malên xwe de, taxa xwe de, mizgeftên xwe de, xaniyên Cem de, cîhê karên xwe de, qehwexanên xwe de, rêvitiyên xwe de, davet û şînên xwe de, çima em kurmancî zazakî qise nakin? Çima civînên partiyan de, komelan de, meş û mitîngan da zazakî kurmancî napeyivin? Rast e, dewlet zimanê me qedexe kiriye! Rast e siyaseta asîmilasyonê dimeşîne! Baş e, em bi xwe çi dikin? Em bi xwe li ku derê ne? Em weke bilibil fêrî (hînî) tirkî dibin, em bi wê ve jî namînin di ser de, zimanên din jî, fêr dibin, dema dor tê Kurdî, gellek ji me dibêjin ‘’Ez Kurd im, lê Kurdî nizanim’’ bê ku şerm bikin pesna xwe didin dibêjin em gellek zimanan dizanin! Hema tenê li Ewrupa bi sedan kadroyên siyasî hene ku bi salan di nav tevgera Kurd de cîh girtine, fêrî tirkî zimanên Ewrupî bûne, lê zimanê Kurdî hêjayê fêrbûnê ne dîtine.

Baş e, me fêhm kir, dewletê me asîmîle dike. Em rexne li siyaseta asîmîlasyonê digrin lê em bi xwe çi dikin? Divê em bixwe ji dil asîmilebûnê re, bi hemdê xwe asîmîlebunê re bikaribin bêjin na, da ku ew hêza ku dixwazî te asîmîle bikî, rêzê li te bigrê û rêz û îhtîramê li sekna te û daxwaza te bigrî. Eger em van tiştan pêk bînin, hingî dikarin daxwazên xwe bidin pêş, hingî em dikarin ji dewletê re bêjin;

Komara Tirkiye, têbiniyên xwe Peymana Mafên Zarokan ya YN hilde.
Divê Kurdî, ji baxçê zarokan heta universiteyê bibe zimanê perwerdê.
Divê dibistanên ku mamosteyên Kurdî perwerde bike bên vekirin.
Divê zimanê fermî yê Kurdistanê Kurdî be.
Programên perwerdeya sistema Tirkiyeyê de naverokên antî-Kurd divê bên paqijkirin.
Talep û daxwazên bi vî rengî mirov dikare firehtir bike.


Kurtebirî, divê em bikaribin bêjin;
Ez ziman û nasnama xwe ya Kurdî dixwazim.
Ez naxwazim ezbûna min (hebûna) bê guhertin.
Ez dixwazim weka xwe bim, weka xwe bijîm.
Ez naxwazim bibim tiştekî din ji eslê xwe, ji kesayetiya xwe, koka xwe dûr bikevim.
Ez dixwazim nasname û zimanê min ê Kurdî weke mafekî di destûra esasî de bê parastin.

Şêweya xebata platform yan jî tevgereke ku li ser bingeha ziman û nasname bi avayeke sivil, aşkere, meşru bê honandin çawa be?

Kesayetiya Kurd bi kesayetiya Tirk ve, zimanê Kurdî bi zimanê Tirkî ve tê bişavtin, helandin, wûndakirin. Divê herkes pirsa, ezê li hember vê tehdîdê çawa bisekinim ji xwe bikî. Bi milyonan Kurmanc û Zaza bûne Tirk. Ev Tirkbûna Kurdan weka berê ne di asteke hindik de ye, îro beşekî mezin ê Kurdan daye ber xwe.

Divê herkes li gor xwe, bersiva li hember asimilasyonê metoda xebatê wê çawa be bide.

Bersiva min,
Kurdî bipeyive, nasnama xwe ya Kurdî, neveşêre, nebe xwedî kompleks, çawa ku Alman bûn, Ereb bûn, Tirk bûn, Tacik bûn, Bulgar bûn, Rus bûn xwezayî ye, Kurdbûn, kurmanc bûn, zaza bûn, Êzdî bûn, Ehlî Heq bûn jî xwezayî ye...

Bersiva metoda xebatê (tekoşînê) hevokek e; Weka xwe bijî...
Çiye weka xwe jîyin? Weke Kurdekî bijî, bi Kurdî bipeyive, bi Kurdî bixwîne, bi Kurdî binivisîne, bi Kurdî bifikire, bi Kurdî evîndar be, bi Kurdî pevçûnê bike, bi Kurdî xewna bibîne, bi Kurdî xiyalan bike, bi kurtebirî bi Kurdî bijî, bi Kurdî bimre. Wek gorbehişt şaîr Hêjar Mukriyanî gotiye, tu jî ‘’bi kurdî dijîm, bi kurdî dimrim, bi kurdî didim wulamî qebrîxom, dîsan bi Kurdî zindî dibim...’’ bêje, da ku hebûna te ji holê ranabe, tu, hebûna te, hebûna milletê te wûnda nebe!...

Di rewşa îro de, ji bo Kurdên ku di nav sînorên Tirkiyeyê de dijîn, tekoşîna herî bi rûmet û hêja, xwedî lê derketine ziman û nasnameya Kurdî ye. Pêşniyarên dî ji bo xapandina Kurdan in, tevlihevkirina armancên Kurdan, mijûlkirina Kurdan in.

Çima?
Ji ber ku hedefa wan, hebûna te ye!
Çawa qesda hebûna te dikin?
Bi tunekirina ziman û nasnama te ve!
Tu çawa li hember vê tehdîdê derkevî?
Xwedî ziman û nasnameya xwe Kurdî derketin ve...

Pradîgmayeke nû, li gor daxwaz û programa vê paradîgmaya nû, şêwekî nû ya xwe birêxistinkirinê, metodên xebatê û gihiştina kultureke polîtık a nû jî bi xwe ra tîne. Gelo hêzên siyasî yên Bakûr ku xwedî tarîx û tecrûbeke 40-50 salî ne bê ku dev ji armanc û programên xwe yên siyasî berdin, di rewşa Kurdistanê û Tirkiyeyê da dikarin li gel hêzên sîyasî demokratîk platformeke pêk bînin û ji bo bidestxistina mafê ziman dest bi kampanyeke milî bikin

Bu yazı toplam 440 defa okunmuştur.
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NIVÎSARÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nivîsên din yên nivîskar