Papa Francis bo Nêçîrvan Barzanî peyamekî şand

Papa Francis bo Nêçîrvan Barzanî peyamekî şand

.

A+A-

Serokê ayînî yê alema Katolîkan piştî di 5-7 ê adarê de seredana Iraqê û Herêma Kurdistanê kir, bo serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyamekî şand. Papa di peyama xwe de got ku ew rojên bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re derbas kiriye, hîs kiriye ku ew civaka ji gelek ol û çandan pêkhatiye, bo Barzanî û dinyayê destekekî mezine. Peyama Papa wehaye:

“Birêz, hêja serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,

Bi silavên birayetiyê…

Ew silava bi birane min da we û ji bo min ji we û xelkê we re bexwetweriyê xwest, ez gelek kêfxweşim. Dixwazim hun û hevalên we her tim di sihhet û selametiyê de bin.

Dixwazim bi sedema pêşwazîkirina we ya germ, sipasiya xwe bo we û hemû rêvebirên Iraqê, bo temamê xelkê Iraqê û bi taybetî bo hemwelatiyên Kurd yên xoşewîst, bo wê mêvanperweriya we ku we min û hevalên min bi germî pêşwazî kir, bo we sipasiyên xwe bikim.

Her weha ez dixwazim hun silav û rêzên min bo serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Mesrûr Barzanî ragihînin. Bi sedema tevlîbûna we ya ayîna li Stadyûma Franso Herîrî sipasiya we dikim. Ew nîşana riha mirovahiyê, xweşbîniyê, biratî û wekheviyê bû.

Di wan rojên min bi we re derbas kir, min hîs kir ew civaka ku ji gelek ol û çandan li Iraqê pêkdihat, bo we û dinyayê destekekî gelek mezine. Tevî wan cudahiyan, bo avakirina bingeha jiyana sîvîl, bo xurtkirina têkiliyên biratiyê û li ser navê dahatûyeka bi hêvî, bo me hemûyan û bi taybetî li Rojhilata Navîn bo aştiyê û başîtiyê îspat bike, çavên me li Iraqê ye.

Birêz serok,

Bi sedema pêkanîna aştiyê, bo hun xizmetê ji temamê olan  û pêkhateyan re dikin, dixwazim sipasiya xwe arasteyê cenabê we bikim. Bo xizmeta we ya çak ya bo civakê, sipasiya we dikim û bo nifşên dahatû jî sipasiya we dikim.

Ji Xwedayê mezin dixwazim di wezîfa we de alîkarê we be, di rêya edalet û diristiya ku hun tê de diçin, Xwedê bibe pêşîvanê we, Xwedê sihhet, selametî û sirkeftinê bexşî we bike.”
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin