Papa: Em neviyên Îbrahîm in û divê em birayetiya xwe jibîr nekin

Papa: Em neviyên Îbrahîm in û divê em birayetiya xwe jibîr nekin

.

A+A-

 Papa Francîs, li bajarê Ur e ku bajarê şaristaniyê yê dîrokî û bajarê jidayîkbûna pêxember Hz. Îbrahîm gotarak pêşkêş kir û diyar kir: “Em neviyên Îbrahîm in û divê em birayetiya xwe jibîr nekin.”

Papayê Vatîkanê qala pêxember Îbrahîm kir û got: “Îbrahîm, rehma Xwedê li ser be, li vir li esman nêrî û ji esman û stêrkan wehîy bi wî gihişt. Em jî piştî bi hezaran salan, li esman dinêrin û esman peyaman heye bo me jî. Ev esman peyama hevgirtina me bi me dide. Esman ji me re dibêje, pêwîst e hûn xwe bi dest ve nedin.”

Herwiha Papa Francis da zan “Ev biratiya me qayîm dike. Em neviyên Îbrahîm in û divê em birayetiya xwe jibîr nekin. Me guh li xwîşk û birayên me dibe û nimêj dikin bo esman. Me hemûyan pêwîstî bi alîkarî û hevksriya asman heye. Em nikarin bi qûtbûn ji yên din kar bikin. Divê em erdê avedan bikin û ev erkê ser milên me ye.”

Nûnerên olîn ciyawaz di dîdarekê de beşdar in ku merasîm jî bi navê Dîdara Ayînan e. 3 Kurdên Zerdeştî û Kakeyî jî çûne bajarê Ur ê li Nasiriyê û ew dixwazin Papa bibînin û nameyekê radest bikin.

Nûnerên Zerdeştî û Kakeyiyan ku çûne bajarê Ur daye zanîn, ew daxwaz ji Papa dikin guvaş bixe ser Hikûmeta Iraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navçeyên ku ew li ser in.

p.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin