‘Paniya Aşil' a Qasimloyî

‘Paniya Aşil' a Qasimloyî

Bernard Kocner: “Di nav serokên dinya sêyemîn de ez heyranê Qasimlo me”

A+A-

 

Faris Medeni Marsil

Di meha Hezîrana 1989 an de li Stockholmê ne tenê hewaya xwezayî, hewaya siyasî jî gelek germ bû û li Komeleya Armancê a Alvikê xebateka intensif hebû. Di 22 û 23 Hezîranê de li Stockholmê Kongreya 18mîn a Enternasyonala Sosyalîst çêdibû û ji gelek welatan serok û serokwezîrên partiyên ku endam û çavderên vê Platformê bûn, hatibûn Stockholmê. Di nav wan de Sekreterê Giştî yê PDK-Iranê Dr. Abdulrehman Qasimlo, li ser navê Cepheya Kurdistana Iraqê Serokê PDK-Iraqê Mesûd Barzanî û li ser navê YNKê Noşirvan Mustafa û Hêro Talabanî jî hebûn. Hatina Qasimlo a Stockholmê îmkanek peyda kiribû ku pê re hevpeyvînek çê bikim. Ji ber ku rêberê Iranê Ayatullah Humeynî nû miribû û herkes meraq dikir ka gelo dê di siyaseta rejima Iranê de, di warî pirsa kurdî de guhartinek berbiçav çêbibe ya na.

Komeleya Armancê wê demê bi xebatên xwe gelek întensîf bû. Ji alikî ve her meh Armanc seranser bi kurdî û organa PPKKê Pêşeng bi tirkî li wê dihatin amadekirin û belavkirin, kitêbên weşanxaneya Jîna Nû li wê dihatin hazirkirin; ji alikî din ve organa Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê “TEVGER” li wê dihat berdestkirin û Berpirsiyariya Ewrûpayê ya kovara Medya Guneşî ku li Stenbolê neşir dibû li vê komeleyê karê xwe dimeşand. Ev karê rûtin yên Komeleyê bûn. Lê di meha Hezîranê de karek din ekstra zêde bibû; diviyabû di nava çend rojan de dosyayek ji dokumetan pêkhatî li ser rewşa bakurê welêt bête amadekirin û teslimê Qasimlo bibe da ku ew wê dosyayê pêşkêşî civîna Enternasyonala Sosyalîst û taybet jî bide serokê SHPê ku wê demê Erdal Inonû bû û ew jî bêşdarê Enternasyonala Sosyalîst bibû.

Wê demê pirsa kurd ne aktuel bû û di encamnameyên platforman de nedihat binavkirin. Lê di vê civîna Enternasyonala Soyalîst de bi hevokekê weha hatibû formulekirin:"...trajediya kurdan dewam dike.."

Di 20 Hezîranê de min li mala berpirsiyarê PDK-Iranê yê Swêdê Ibrahim Çorapçî wek berpirsiyarê Ewrûpayê yê kovara Medya Guneşî bi Qasimlo re hevpeyvînek çêkir; întibaya ku ew li min kir ew bû ku zêdetir wek ewrûpayiyekî tevger dikir. Seata ku me lihevkiribû pê re hevpeyvin bikim, lê nêzî wê malê Qasimlo li qahwexaneyek rûniştibû û bi berpirsiyarek YNK yê Swêdê Mihemed Sebir re sohbet dikir. Wexta em çûn wê malê piştî 10 deqîqeyan Qasimlo bi serê xwe hat. Hatina wî ya malê ya bi tenê bala min kişandibû, min di dilê xwe de got miheqeq ji aliyê polisên Swêdî ve tê parastin.

Qasî tê bîra min, cara yekem di Sibata 1979ê de min navê Qasimlo bihîstibû. Wê demê li Iranê Şoreşa Humeynî bi ser ketibû û Kurdên vî perçeyî di bin PDK-Iranê de serîhildabûn û rojnameyên Tirkyeyê behsa serokê wê Partiyê Dr. Abdulrehman Qasimlo dikirin, ku digotin; ew yekî alim û professor û 8 zimanê biyanî dizane. Ev bala gelekan kişandibû.

Beriya ku em dest bi hevpeyvinê bikin, Qasimlo got, ger te pirsên xwe amadekirine, beriya ku em dest bi hevpeyvinê bikin, hemûyan ji min re bixwîne. Ez bi hazirî çibûm, piştî xwendina pirsan min got dibe ku di nav axaftinên we de pirsên din jî li van pirsan zêde bikim. Got baş e û me dest bi hevpeyvînê kir.

Wî bersivên xwe bixwebawer û zalal dida. Bi axaftina xwe bawerî dida meriv û bi tiliyên xwe jî wê baweriyê testîq dikir. Di eniya wî ya qermoçokên biryardarî, di nêrînên wî de xweşbînî û hêvî hebûn. Bixwebawer, biryardar û zana bû.

Baweriya wî bi demokrasiyê hebû; digot; “Herçiqas di welatekî wek Kurdistanê de demokrasî bac(vergî) dixwaze jî, li gora wî demokrasiya herî xerab ji diktatoriya herî baştir çêtir bû.”

Baweriya wî bi aştiyê hebû û li dijî şer bû, lê digot; “rejima meleyan em mecbûr kirin ku em li dijî wan şer bikin, xeynî wê tu rê ji me re nehiştin. Di eslê xwe de şerê me ji bo xweparastinê ye û jibona zarok di duwerojê de şer nebînin em şer dikin.”

Azadîxwaz bû û baweriya wî bi azadîyê hebû, digot; “eger sibê azadiya me hebe û xelq nan nebîne bixwe, ew jî ne azadî ye. Wî azadiyê bi çinîtiyê ve girêdida û beriya her tiştî azadiya çîna zahmetkêşan diparast. Azadiya welatê xwe û gelê xwe berî her tiştî digirt û bindestiya gelên din jî hîç nedixwest. Dîtinê wî teqabulê demokratê sosyalîst dikir.

Dîplomat bû. Di diplomasiyê de zîrek bû; hem zimanê rojava û him jî yê rojava baş zanibû. Diplomasiya xwe li ser têgeha xwe ya meşhûr dimeşand, digot; ”Dijminek pir e, sed dost kêm e.” Wî dixwest dostan zêde bike û yek ji riyên wê jî platformên navneteweyî bûn û di vê çerçeweyê de tevdigeriya. Bilesebeb Wezîrê Karûbarê Mafê Mirovî yê wê demê û Wezîrê Karûbarê Derve yê îro yê Fransayê Bernard Kocner li ser mezelê wî nedigot.; “Di nav serokên dinya sêyemîn de ez heyranê Qasimlo me”

Nokta zeif yên kurdên Rojhilat, îrantiya wan e. 'Paniya Aşîl' a Qasimlo jî ev bû. Çi rast çi derew beriya ku Qasimlo di 13ê Tîrmeha 1989ê de li Wiyenayê bi hevalên xwe Abdullah Qadirî û Fadil Resûl re biçe civîna goftugoyan bi dîplomatên Îranê re çêbike xanima wî jê re gotiye; “Qasimlo ez ji te re dibêjim meçe, aqîbeta te jî dê bibî wek Sîmko” Qasimlo jê re gotiye; ez nabim Sîmko, Simko serokeşîr bû, bi siyasetê nizanibû, ez dibêjim qey ez hinek hay ji siyasetê heme û dema Sîmko û îro ne wek hev in. Berê hêsantir bû bi deqûdolaban û bi bêbextî însan têkevin feqan û bên kuştin, lê di dema me de ev yek ne weha bi hêsanî kare bê kirin.” Lê di encamê de Qasimlo jî bû hevparê qedera Sîmko. Rast bû, Qasimlo û Sîmko ne wekhevbûn, lê dijmin her eynî dijmin bû û siyaseta wan ya li hember kurdan û rêberên kurdan nehatibû guherandin û bêbextiya wan her li dar bû. Di 40 rojiya mirina Humeynî de Qasimlo jî bêbextî hatibû kuştin.

20 sal li ser şehîdbûna Qasimlo û hevalên wî derbas bûn, lê di siyaseta Îranê de tiştek nehat guherandin; bilekis li gor hin îddiayên ku masmediyayê de tên belavkirin, yek ji wan kesên ku di tertîpkirina kuştina Qasimlo û hevalên wî de rol girtibû îro ew serokkomarê Îranê, Mahmûd Ahmedînecad e.

 http://www.kurdinfo.com/arsiv/helim/hel64.htm

 

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin