Palpişteke nû li dosyaya Kemal Kurkut zêde bû

Palpişteke nû li dosyaya Kemal Kurkut zêde bû

Palpişteke nû li dosyaya kuştina Kemal Kurkut zêde bû. Di dîmenên ji maşîneya zirxî hatin kişandin de derket holê ku dikarîbûn Kurkut bi saxî binçav bikin. Di axaftina 2 polîsan de, polîsek ji yê din re dibêje “Hewce nake ku em guleyan berdin kurikî ."

A+A-
Di rapora dosyayê de agahiyeke nû hat zêdekirin. Di dîmenên ji maşîna zixrî hatiye kişandin tê dîtin ku dikarin Kurkut binçav bikin û dûr bixin. Lê li şûna vê yekê gule berdidin wî. Di vê kêliya dîmenê de polîsek ji polîsê din re dibêje "Ne hewce ye ku em guleyzn berdin kurikî.' Ev dîmen jî wekî palpişt li dosyayê hat zêdekirin. 
 
Xwendekarê Zanîngeha Înonu Kemal Kûrkût ê 22 salî, ji bo Newrozê di 21ê Adara 2017’an ji Meletiyê hatibû Amedê. Kûrkût di têketina qadê de tevî bedena xwe ya tazî, polîs Y.Ş. ji pişt ve gule berdabû û ew li qada Newrozê qetil kiribû. Heyetê, danişîn taloqî 20ê Îlonê kiribû. 2 roj şûnde dê 3yemîn danişîna dozê bê dîtin. Polîsê kujer hêj serbest tê darizandin û hêj li ser kar e. 
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin