PAK:Em ji şer, ji qedexeyan, ji êrîşên bombeyî re  dibêjin ‘’Êdî bes e’’

PAK:Em ji şer, ji qedexeyan, ji êrîşên bombeyî re dibêjin ‘’Êdî bes e’’

PKK vê carê bi êrîş û çalakîyên bombeyî yên li nav bajaran vê siyaseta xwe ya şaş berdewam dike.

A+A-

Li Wanê, li navçeya Îpekyolê, şeva 17.08.2016an, xwedê giravî li dijî  ‘’Navenda Polîsan ya 2 yê Nîsanê’’ êrişek hate lidarxistin.Di encama vê êrîşa ku bi otomobîleke bi bombeyan dagirtî ve hate lidarxistin, 3 sivîl hatin kuştin, 40 kes jî birîndar bûne.

PKKê vê sala dawîyê bi navê ‘’ozyonetim’’ê, bi siyaseta xendek û barîkatan, ji siyaseta Dewleta Tirk ya ku dixwest Kurdistanê wêran bike, gelê me koçber bike re rê xweş kiribû. Dewleta Tirk di encamê de bi vê projeya xwe ya wêran kirina gelek navçeyan de biserket.

Hîna ku birînên vê wêranî û van kuştinan nehatîye alandin, PKK vê carê bi êrîş û çalakîyên bombeyî yên li nav bajaran vê siyaseta xwe ya şaş berdewam dike.

Piştî êrîşên Amed, Qoser(Kiziltepe) û Çinarê, lidarxistina êrîşa bombeyî ya Wanê, dîyar dike  PKK di vê siyaseta ku zerarê dide gelê me de , dê israr bike.

Em vê êrişa Wanê û hemû êrîşên ku, ji siyaseta wêranî û valakirina Kurdistanê re xîzmetê dikin;  zerarê didin doza azadîya Kurdistanê, zerarê didin gelê me yê sivîl şermezar dikin.

Dewleta Tirk bi şer û qedexeyan dixwaze destkeftinên me ji holê rabike, doza azadîya Kurdistanê bifetisîne; lê PKK jî bi vê siyaseta xwe ya şaş ji vê armanca Dewleta Tirk re rê xweş dike.

Em careke din bangî Dewleta Tirk dikin ku dest ji vê siyaseta şer û siyaseta qedexeyan berde. Em bangî PKKê jî dikin ku dest ji vê siyaseta êrîşên bombeyî û şerî berde. Rêya rast ew e ku, bi beşdarîya hemû partîyên Kurdan û qebûl kirina rastîya Kurd û Kurdistanê, rê li ber dîyalogê û çareserîya sîyasî bê vekirin. Rêya şer û pevçûnê, ısrar kirina di neçareserîyê de ye.

Ev şer û qedexeyên Dewletê û êrîşên bombeyî yên nav bajaran, îpotekê datîne ser pêşeroja me. Em bangî gelê Kurdistanê, bangî hemû alîyên sîyasî, sivîl û demokratîk yên Kurdistanê dikin ku,  em bi yek dengî ji vî şerî, ji van êrîşên bombeyî û ji van qedexeyan re bêjin ‘’êdî bes e’’.

Xwedê ew welatîyên me yên di êrîşa Wanê de hatinekuştin bi rehma xwe şad bike. Em  ji malbatên wan re sersaxîyê , ji birîndaran re jî şîfaya xêrê  dixwazin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin