PAKê Roja Ala Kurdistanê pîroz kir

PAKê Roja Ala Kurdistanê pîroz kir

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi peyameke 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê pîroz kir û got ev ala Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî ev 100 sal e ku wek ala Kurdistanê tê qebûlkirin.

A+A-

17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê, ji aliyê hemû kurdên cîhanê ve bi çalakiyên curbecur tê pîrozkirin. 

Bi vê hilkeftê Partiya Azadiya Kurdistanê jî peyamek belav kir û 17ê Kanûnê Roja Ala Kurdistanê pîroz kir.

Di peyama ku ji aliyê Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ve, ji Rûpela Nû re hatî şandin de wisa hat gotin:

"Roja Ala Kurdistanê Pîroz Be

17ê Çileya Pêşîn Roja Ala Kurdistanê ye

Di roja 17yê Çileya Pêşîna a 1945an de li bajarê Mehabad ê Rojhilatê Kurdistanê komeke gêncên Kurd ala Kurdistanê li ser avahiya Mehkemeya Mehabadê ve darve kirin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê di roja 11ê Mijdara 1999an de 17yê Çileya Pêşîn weke Roja Ala Kurdistanê îlan kir.

Ala Kurdistanê ya ku îro hatiye qebûlkirin, di 1919an de ji aliyê Teşkîlat-i Îçtîmaiye Cemiyetî ya Kurdan ve hatiye tesbîtkirin û di 1920î de jî dîsa ji aliyê Teşkîlat-i Îctîmaiye Cemiyetî ya Kurdan ve bi biryarekê hatiye qebûlkirin.

Di 1927an de, ew ala ku di 1920an de hatibû qebûlkirin, ji aliyê Xoybûnê ve li Çiyayê Agiriyê hate bilindkirin.

Ala Kurdistanê di 1932an de li ser herdu bergên Hawarê, no: 11 (10 Çiriya Pashîn 1932) bi rengîn hatiye çapkirin.

Hikûmeta Komara Kurdistanê Ala Kurdistanê ya ku di 1919an de ji aliyê Teşkîlat-i Îçtîmaiye Cemiyetîyê ve hatibû tesbîtkirin qebûl kir, lê li kêleka roja wê, rismê du simbilên genim û li pişt wê jî çiyayek û dareke çamê lê zêde kirin û bi guloverî jî li ser wê Dewletî Cumhurîyetî Kurdistan nivîsîn û ew wek ala Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) qebûl kirin. Beriya ku Komara Kurdistanê birûxe, Qazî Muhemmed ala Kurdistanê ya Komara Kurdistanê dide Mela Mistefa Barzaniyê Nemir û wiha dibêje: "Vê Ala Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn ê nehêlin ev alaya hanê bikeve erdê."

Ev ala Kurdistanê, wek nirxeke neteweyî ev 100 sal e ku wek ala Kurdistanê tê qebûlkirin.

Ev roj roja ku bi hestên neteweyî, niştimanî lêxwedî derketin û hildana ala Kurdistanê ye. Divê ev ala ji bo hemû Kurdistaniyên cîhanê wek ala Kurdistanê bê qebûlkirin.

Em roja ala rengîn a birûmet pîroz dikin."

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin