‘’PAKê reng û ruhekî nû daye sîyaseta bakurê Kurdistanê’’

‘’PAKê reng û ruhekî nû daye sîyaseta bakurê Kurdistanê’’

Serokê GiştÎ yê PAKê Mustafa Ozçelîk Li Mûşê Konferansek lidarxist

A+A-

Serokê GiştÎ yê PAKê Mustafa Ozçelîk li gel endamê Komîteya Bireveberîya Navendî (KBN)ya PAKê Feyaz Ekmen, roja 11.12.2016an seredana Teşkîlata Mûşê ya PAKê kirin.

img-20161211-wa0069.jpgimg_3095.jpg

Mustafa Ozçelîk, li gel Feyaz Ekmen û endamên KBN yên li Mûşê ne û rêveberên Teşkîlata Mûşê civînek lidarxistin. Di vê civînê de, di derbarê xebat û sîyaseta giştî ya PAKê agahdarî hate dayîn û ji bo pêşdebirin û geş kirina xebatên PAKê yên li Mûşê nexşe rê ya xebatê hate tesbît kirin.Piştî vê civînê Mustafa Ozçelîk  li  Teşkîlata Mûşê ya PAKê , bi beşdarîyeke baldar û hêvîdar ya jin û gêncan Konferansek lidarxist.Paşê jî Mustafa Ozçelîk li gel nûnerên ragehandinê yên li Mûşê civîneke çapemenîyê  pêkanî.

Serokê Şaredarîya Anzar a navçeya Mûşê rêzdar Mahmût Sûbaşi jî  di nav beşdaran de bû.

Konferansê  bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê  destpê  kir.Mustafa Ozçelîk di Konferansê de, di derbarê rojeva Kurdistanê û Tirkîyê de , di derbarê Rewşa Awarte û şerê ku li bakurê Kurdistanê de berdewam e,herweha di derbarê gengeşîyên li ser Sîstema Serokatîyê û guhertinên Destûra Tirkîyê de didomin, bîr û rayên xwe anî zimanî.

Mustafa Ozçelîk di vê Konferansê de jî got ‘’ Pêwîstîya piştgirîya Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ya di derbarê serxwebûna Kurdistanê de , berîya herkesî wazîfeyeke netewî ya li ser milê partîyên başûrê Kurdistanê ne û divê hemû Kurdên cîhanê  jî li gel meşa serxwebûnê bin’’.

Di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî Mustafa Ozçelîk , bal kişand li ser pêwîstîya îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ya TEVDEM, PYD,ENKS û hemû partîyên Kurdan  li Rojavayê Kurdistanê û got nabe kes xwe li ser kesî ferz bike û  rê li xebatên sîyasî  bigire. Mustafa ozçelîk  got ‘’Destpêka azadîya Rojavayê Kurdistanê jî, ya Rojhilatê Kurdistanê jî yekgirtin û tifaq û yekrêzîya navxweyî ye’’.

Serokê Giştî yê PAKê spasîya xwe ji bo beşdarên Konferansê bilêv kir û got ‘’Ev eleqeya ku gelê me yê Mûşê nîşanî PAKê dide, di rêya azadîya Kurdistanê de hêvîyên me geş dike, hêza me xurtir dike’’.Di dawîya axaftina xwe de Mustafa Ozçelîk got ‘’ Bi xebatên xwe yên di vî du salî de PAKê ruh û rengekî nû daye sîyaseta bakurê Kurdistanê’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin