PAKê li Batmanê Şêx Ebdirrehîm bibîr anî

PAKê li Batmanê Şêx Ebdirrehîm bibîr anî

Di 17.07.2019 an de PAK şaxa Batmanê bi şandekê di salvegera 82 an de li ser gora nemir Şêx Ebdirrehîm bibîranî.

A+A-

Di 17.07.2019 an de PAK şaxa Batmanê bi şandekê di salvegera 82 an de li ser gora nemir Şêx Ebdirrehîm bibîranî.
Mele İmadeddin bi kurtasî behsa buyerê kir, dia li ser şehîdan hatin xwendin  û helbesteke xwe xwend.
Du re Serokê Şaxa PAKê ya Batmanê Aziz Özdemir bi kurtasî ‘’Şêx Ebdirrehim ki ye?’’û di derheqê buyerê de agahî dan û got:
Şêx Ebdirrehim di 1897an de li Xinisê li gundê Kolhîsar hatîye dinê. Kalê wî Şêx Elî Septî nexşîbendî ye û li herêma Meletî, Xarpêtê, Erzirom, Amed, Çewlig û Muşê medreseyên heyî rêvebirê wan medreseyan bu. Bavê Şêx Ebdirrehim Şêx Mahmut Fevzî bu û ew jî kurê Şêx Elî Palewî bu. Birayê Şêx Seîd ê herî biçûk bu.
Di tevgera neteweyî ya 1925an de cî girtîye û heya dawi serleşkerîya hêzên çekdar kirîye. Piştî ku tevgera neteweyî ya 1925an têk çû jî bi lehengî tekoşînê berdevam kirîye. Û paşî heya 1937an de li Binxetê dimîne.
Di 1937an de ku Serhildana Dersîmê destpê dike û Şêx Ebdirrehim tevî hevalê xwe tên Serxetê ku careka din serhildanê geş bikin û pişgirîya serhildana Dersîmê bikin. Wexta ku tên dora gundê Sînanê a Bismilê sîxurên herêmê pê dihisin û sixurek jî hevalêkî wan bu. Ew xaîn Yüzbaşî Zîya Dersimî bu.Bi agahdarîya wan xaîn û sîxuran(Yuzbaşî Zîya Dersîmi,Muxtarê Salatê,û sîxur Emerê Koperî) Alaya Amedê û Merdînê wan dorpêç dikin ,şer û pevçun dest pê dike.
Ev şer û pevçûn du re dirêj berdewam dike û leşkerê tirkan bi hovane agir berdidin zad û zevîyên wê deştê. Û ew pakrevanên Kurdistanê tên şehîd kirin.Li gor tê zanîn di 17ê tirmehê de dora wan tê dorpêçkirin şer û pevçun  du-sê roj berdevam dike.
Ji gundê Mirkulanê Şêx Mehmet Can(Xwedê jê razî) gundê der û dorê agahdar dike û bi merasimeke girseyî Şêx Evdirrehim defn dikin.Paşî qereqola Bismilê tên gora Şêx Ebdirrehim xera dikin. Lê bi banga Şêx Mehmet Can ku dibeje”Ji bo xwedê bila gora vî hêjayî her tim diyar be, wenda n be” ew bang û wesîyet bi cî hat û va ye em li ser gora nemir in….."
"Ji bo xwedê bila kurd dîroka xwe nas bikin,bila xwe nas bikin û bila ji hev hez bikin,di xaka xwe de yekrezîya xwe pêk bînin"
Di berdawamîya axaftina xwe de got:
"Şêxê min,Şêrê Pîranê  em zanin ku hûn aniha Şêx Seîd û Seyît Riza li kêleka hev in.
Şêxê min ,Fidaîyê Kurdistanê ew ala ya we ku we hilgirtî îro di destê nevîyên  we de li ser parlamena Kurdistanê li Hewlêre li ba di be.
Şêxê min xewn û xeyalê we û 50 milyon kurd pêk tê Kurdistan ber bi devletbunê ve diçe.
Şêxê min, şehîdê bihuştê zanibin her dem Rêbaza Şêx Seîd,Xalid Begê Cibrî ,Îhsan Nurî Paşa,Seyîd Riza,Qazî Mihemed û Mele Mistafa Barzanî her dem guncav e û em şopînerên wan in.
Şêxê min hûn ji nevîyê xwe piştrastbin ,bila çavê we li du we nemîne .Cihê we bihuşta baqî be."
"Em Şêx Ebdirrehîm û hevalên wî bi rêzdarî bibîrtînin.’’
Bîranîn bi hestên germ yê neteweyî bi dawî bû.
Şehîdên 17.07.1937 an
1-Şêx Evdirehimê Paloyî
2-Şêx Mizbeh Qamişlo
3-Cemîlê Seyda Lîcî
4-Hecî Teyîp Lîcî
5-Xalid Şerîf Lîcî
6-Evdilsemed Lîcî
7-Mihemedê Xatê Lîcî
8-Mele Hemdullah Lîcî
9-Selahaddin Seyîdxan
10-Huseyîn Beg Sawur(yuzbaşi)
11-Elî Beg Sawur(yuzbaşî)
12-Mistafa Beg Sawur(yuzbaşî)
13-Hesen Axayê Paloyî
14-Silê Solikî Merdîn
15-Serres Baxistanî
16-Hilmî Begê Muşî
***Zîya Begê Dersîmî(yuzbaşî) (Ev cehşê xaîn gilîyê hevalên xwe kir û bû sedema şehadeta wan.)17.07.2019
Şaxa PAKê ya Batmanê
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin