PAKê li Amedê û Wanê Çalakîyên 8ê Adarê Lidarxist

PAKê li Amedê û Wanê Çalakîyên 8ê Adarê Lidarxist

Teşkîlatên Amed û Wanê yên PAKê bi beşdarîya endam û dostên PAKê yên jin li avahîya teşkîlatên xwe di derbarê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çalakî lidar xistin.

A+A-

Teşkîlatên Amed û Wanê yên PAKê bi beşdarîya endam û dostên PAKê yên jin li avahîya teşkîlatên xwe di derbarê 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de çalakî lidar xistin.

Li Amedê çalakî di saet:13.30an de li avahîya Teşkîlata Amedê ya PAKê destpê bû.

8-adarê.8.jpg8-adarê.9.jpg

Çalakî bi axaftina endama Komîsyona Jinan ya PAKê Yüksel Aslanê destpêkir û Yüksel Aslan beşdarên çalakîyê dawetî rêzgirtina şehîdên jin û hemû şehîdên Kurdistanê kir.Endama Komîsyona Jinan ya PAKê Zînet Dînçer bi kurdî daxuyanîya PAKê ya 8ê adarê xwend. Paşê Rêvebera Teşkîlata Amedê ya PAKê Rojbîn Bukun jî di derbarê dîroka 8ê Adarê Roja Jinên cîhanê de bi Kurdî û Endama Komîsyona Jinan ya PAKê Nebahat Yılmaz jî bi tirkî axaftinek kirin. Jinên mexdûrên Sûrê jî beşdarî çalakîyê bûn û di derbarê jiyan û zehmetî û pirsgirêkên xwe de agahdarî dan.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik jî beşdarî çalakîya 8ê Adarê ya Amedê bû û qurnefîl da jinên beşdarî çalakîyê bûne.Herweha Mustafa Özçelîk di derbarê rol û hêza jinan û girîngîya beşdarbûna jinan di her warê jîyanê û têkoşîna azadîya Kurdistanê de axaftinek kurt kir û 8ê adara jinan pîroz kir.

Çalakîya li Amedê bi sohbet û axaftinan bidawî hat.

Li Wanê çalakîya 8ê Adarê di saet.13.00an de li Avahîya Teşkîlata Wanê ya PAKê destpê bû.

Endam û dostên PAKê yên jin beşdarî çalakîyê bûn.

8-adarê.6.jpg8-adarê.7.jpg

Çalakî bi axaftina Seroka Teşkîlata Navçeya Tûşba ya PAKê Hulya Kayaalp destpê bû. Hulya Kayaalp beşdarên civînê dawetî rêzgirtina şehîdên jin û hemû şehîdên Kurdistanê kir.Piştî rêzgirtinê çalakvana jin a Kurd Zozan Ozgokçe di derbarê dîroka 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, di derbarê pirsgirêk, têkoşîn û rola jina Kurd de semînerek da.

Çalakîya Wanê ya 8ê Adarê bi sohbet û axaftinên di derbarê 8ê Adarê de bidawî hat.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin