PAKê li Amedê Newroz pîroz kir

PAKê li Amedê Newroz pîroz kir

PAKê li Amedê, di şeva 21.03.2018an de bi şahîyekê newroz pîroz kir.

A+A-

Hunermend Osman Xunav ev pîrozbahîya Newrozê pêşkêş kir.

Pîrozbahî li gel sirûda ‘’Ey Reqîb’’ bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû.

Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axaftineke bi Kurdî, di derbarê pêvajoya heyî, girîngiya Newrozê û pêwîstiya tifaq û hişmendiya netewî de kir.

Şeva pîrozbahiya Newrozê ya PAKê, bi stranên hunermend Mesut Ezgi,Hozan Egît Zanyar, hunermend Mamoste Sebahattin Yildiz dewam kir.

Rewşenbîrên Kurd Şêx Mîzbah û Seydayê Mella Emadettin helbestên di derbarê Newrozê û doza netewî de xwendin.

Helbestvan, nivîskar û hunermendê Kurd Enver Karahan jî ji pirtûka xwe ya "Lorîna Şevê çend helbestên xwe xwend.

Li gel heyet û nûnerên xwe Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, HAKPAR,PDK-Bakur, PDK-T, Berdevkê PDK-Bakur Hemît Kiliçaslan, Hereketa Azadî,DDKD, WEQFA SURP GRAGOS ya ERMENİYAN, DİTAM, DİSA, Komeleya Şêx Seîd, Weqfa Îsmail Beşikçi , DOGUNSİAD, ŞİVİDER, Komeleya Farqînîyan, Komeleya Sêweregîyan, Dîcle Firat Dîyalog Grûbû û gelek rewşenbîr û siyasetvan û endam û dostên PAKê beşdarî pîrozbahiya PAKê ya Newrozê bûn.

Li gel K24 TV û Waar Tv yê, Çarpel TVyê jî bi weşana zindî ya testê ve pîrozbahîya Newrozê weşand û gava xwe ya ewil avêt cîhana weşana telewîzyonên Kurdî.

Pîrozbahya PAKê ya Newrozê , li Amedê bi asta beşdariya xwe, bi coş û naveroka xwe balkêş û berhemdar bû.

pak--2.jpgpak-2-002.jpgpak-2-2-.jpgpak-3-002.jpgpak-4-001.jpgpak-5-001.jpgpak-6.jpgpak-7.jpgpak-8.jpgpak-9.jpgpak-10.jpgpak-11.jpgpak-12.jpgpak-13.jpgpak-14.jpgpak-15.jpgpak-16.jpgpak-17.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin