PAKê li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist

PAKê li Amedê civîna çapemeniyê li dar xist

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 24.02.2018an li Teşkîlata Amedê ya PAKê civîneke çapemenİyê li dar xist.

A+A-

Gelek telewîzyon,nûnerên partîyên sîyasî, rewşenbîr, sîyasetvan û endam û alîgirên PAKê beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

capemeni2.jpg

Mustafa Özçelik di civîna çapemenîYê de di derbarê girtina endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş û destserkirin û cezayên ku li rêvebir û endamên PAKê hatine kirin de agahdarî da.

Mustafa Özçelik got, ‘Dewleta Tirkîyeyê ji dîroka xwe ya 95 salî dersan wernagire. Eve 95 sal e miletê Kurd tûşî gelek jenosîd, qetlîam, girtin, kuştin, wêranî û penaberîyan bûye; lê ne miletê Kurd ji holê rabûye, ne jî miletê me dest ji doza xwe berdaye’’.

Mustafa Özçelik bangî Dewleta Tirkîyê kir da ku Mehmet Ermiş û hemû girtîyên sîyasî serbest bê berdan û bangi Dewleta Tirkîyeyê kir, got ‘Ev siyaseta girtin û hefs kirinan ne tu rê ye; tu pirsgirêkan çareser nake. Çareserî di bidawîanîna Rewşa Awarte, şer û girtinan de ye; di rêya sîyasî, demokratîk û aştîyane de ye. Werin li gel hemû partîyên Kurdan li ser vê rêbazê pêvajoya hevditin û çareserîyê dest pê bikin’.

capemeni3.jpg

 

Daxuyanîya Çapemenîyê ya PAKê:

Desteser kirin , girtin û hefs kirin rêya çareserîyê dixetimîne

Dewleta Tirkiyeyê di sîyaseta xwe ya binpê kirina azadîya ramanî û rêliber girtina xebata birêxistînî de berdewam e.

Her roj bi dehan kes bi tawana ‘propagandaya rêxistina terorê’ têne desteser kirin û girtin. Bi vê şêweyê Dewleta Tirkîyeyê dixwaze ew kesên ku mafên miletê Kurd diparêzin, ew kesên ku azadî û demokrasîyê diparêzin çav tirsandî bike, rê li ber wan bigire.

Dewleta Tirkîyeyê bi heceta Rewşa Awarte û li dij derketina êrîşa Efrînê, li himberî rewşenbîr, nivîskar, hunermend û sîyasetvanan bi desteser kirin, girtin û cezayên hefs kirinê êrîşeke ku nayê qebûl kirin dest pê kirîye. Van êrîşan di warê azadîya ramanî û xebata rêxistinî de , destkeftîyên heyî jî ji holê radike.

Rêvebir û endamên PAKê jî tûşî van êrîş û neheqîyên dewleta Tirkîyeyê dibin.

Di dawîya sala 2017an de, bi heceta parve kirinên di sosyal medyayê de mehkemeya Dîyarbekirê 15 meh ceza hefsê da endama PAKê Yuksel Ektiren Arslan, cezaya wê bi şerd hate tecîl kirin.

Di dawîya sala 2017an de, bi heceta parve kirinên di sosyal medyayê de damezrênêrê PAKê Ali Buran li Mêrsînê hate desteser kirin, di derbarê wî de doz hate vekirin, paşê beraet kir.

Di detpêka sala 2018an de , bi heceta parve kirinên di sosyal medyayê de mehkemeya Dîyarbekirê 18 meh ceza hefsê da endamê Meclîsa PAKê Kutbettin Yildiz, cezaya wî bi şerd hate tecîl kirin.

Damezrênêrê PAKê Reşit Sonmez di dawîya sala 2017an û di destpêka sla 2018an de du caran bi heceta parve kirinên di sosyal medyayê li Hekarîyê hate desteser kirin û paşê serbest hate berdan. Doza di derbarê wî de berdewam e.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û endamê Komîteya Birêvebrîya Navendîya PAKê Hanifi Turan ji ber axaftinên xwe yên di konferanseke li Wanê de li dar ketibû, di roja 31.01.2018an de li Emnîyetên Stenbolê û Dîyarbekirê îfade dan. Lêpirsîna di derbarê wan de berdewam e.

Endamê PAKê Zafer Kizil roja 21.02.2018an li Wanê ji alîyê polîsan ve hate desteser kirin. Serdozger ji ber parve kirinên Zafer Kizil yên di sosyal medyayê de daxwaza girtina wî kir; Mehkemeya Wanê bi şerdê kontrola edlî Zafer Kizil serbest berda. Doza di derbarê wî de hate vekirin.

Endamê Meclîsa PAKê Mehmet Ermiş di roja 14.02.2018an de li Îzmîr a bajarê Tirkîyeyê, bi heceta parve kirinên di sosyal medyayê de, ji alîyê polîsan ve hate desteser kirin. Mehmet Ermiş di Emnîyeta Îzmîrê de, 9 rojan desteserkirî ma, paşê jî di roja 22.02.2018an de derkete ber dadgehê û dadgehê biryara girtina wî da.

Aşkere ye ku Dewleta Tirkîyeyê bi van êrîşan ew destkeftîyên di warê azadîya ramanî û xebata rêxistinî de heyî jî ji holê radike.

Lê dîroka Dewleta Tirkîyeyê bi dehan caran îspat kirîye ku, êrîş û qedexeyên bi vî rengî tu pirsgirêk çareser nekirine.

Em bangî Dewleta Tirkiyeyê dikin da ku hevalê me Mehmet Ermîş û hemû girtîyên sîyasî serbest berde, dawî li Rewşa Awarte, li vî şerê heyî, li sîyaseta li dijî Kurdan bîne; dawî li van hemû desteser kirin, girtin û hefs kirinan bîne. Ji bo bi rêyên aştîyane, demokaratîk û sîyasî hemû pirs û pirsgirêk bêne çareser kirin em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin ku gavên pêwîst bavêje.

Em bi awayekî zelal dibêjin ku, desteser kirin û girtin û hefs kirin rêya çareserîya pirsgirêkan dixetimîne.

Aşkere ye ku tu zext û astengî û qedexe dê nikaribe PAKê ji rêya wê ya meşrû ya doza azadîyê vegerîne.

24.02.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin