PAKê bo Roja Mafên Mirovan a Cîhanê peyamek belav kir

PAKê bo Roja Mafên Mirovan a Cîhanê peyamek belav kir

Bi hilkefta 10ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) peyamek belav kir û rexne li Neteweyên Yekgirtî kir ku saziya pêşî ya ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan binpê kiriye, ew bixwe ye.

A+A-

PAKê di peyama xwe de wisa got : "Ji roja 10ê Kanûna 1948an ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan a bi 30 babetî, di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî de hatiye pejirandin, Roja Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin.

Cihê mixabinî ye ku yekemîn saziya ku Danezana Mafên Mirovan a Cîhanê binpê kiriye, divêtiyên wê neanine cih û vê danezanê neşopandiye, dîsa Neteweyên Yekgirtî bixwe ye.

Niha em dipirsin: Beriya îmzekirina wê li aliyekî, ji 10ê Kanûna 1948an vir de, ji bo zimanê Kurdî yê qedexekirî, maf û azadiyên neteweyî yên Kurdan ên binpêkirî, ji bo komkujî û qirkirinên ku Kurd rast li wan hatine, ji bo îşkence û zindanîkirinan, ji bo mafên azadiya fikirandin û birêxistinkirinê yên binpêbûyî ên gelê Kurd, Neteweyên Yekgirtî ta niha çi kiriye?

Ji bo kurdên ku mafên ku di her 30 babetan de hatine pênasekirin bi awayekî eşkere hatine binpêkirin ta niha çi kiriye?

Em di 70yemîn salvegera pejirandina Roja Gerdûnî ya Mafên Mirovan de bang li Neteweyên Yekgirtî û welatên têkildarî wê û parêzkarên mafên mirovan dikin: "Guh bidin qêrîna mirovî ya gelê Kurd ku ji 50 mîlyonî zêdetir in. Ji bo peydakirina mafên mirovî yên bingehîn ên gelê Kurd, ji bo bidestxistina mafên Kurdan ên ku di nav Danezana Gerdûnî ya Mefên Mirovan de hatine pênasekirin, em bag li we dikin ku dêlindez gavan biavêjin.

Herwiha em bang li dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûrî dikin ku pêdiviyên Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan bînin cih."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin