PAKa Batmanê di çilrojiya wî de Helbestvan Xelîl Sasûnî bibîr anî

PAKa Batmanê di çilrojiya wî de Helbestvan Xelîl Sasûnî bibîr anî

Helbestvanê Gorbuhişt Xelîl Sasûnî li Şaxa Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) digel malbat, heval û hezkiriyên wî hate bibîranîn.

A+A-

Di çilrojîya (14.01.2018) helbestvan, parêzer, kurdperwerê ji malbata Elîyê Ûnisê Serhildêr, Xalîl Sasunî de bi bêşdarbûna malbata wî, dost û hevalên wî, li Şaxa Batmanê ya PAKê bibîranînek hate  lidarxistin.

xelil-3.jpg

Serokê Şaxa Batmanê Aziz Özdemir, di axaftina xwe de bi kurtasî behsa fidakarî û kurdperweriya  Xelîl Sasûniyê Nemir kir û ji bo şehîdên Kurdistanê bi taybetî ji bo Helbestvanê Nemir rêz hatê girtin û sirûda netewî hate xwendin.

Pişt re belgefilmeke li ser kurtejîyana Xelîl Sasûnî hatibû amadekirin ji bêşdarvanan re hat pêşkeşkirin.

xelil-3-001.jpgxelil-4.jpg

 

Dostê wî yê nêzîk Keko Osman, behsa tekîlî  û bîranînên xwe kir û helbestek ku nivîsandibû xwend.


Dûvre dostê wî yê kevin Seyda Seîdê Axlatî  di rojên rehmetî yên dawî ku li Axlatê bûbûn mevanên wî, ew bîranîn bi helbestkî anî ziman. Helbestvan Şevger jî helbesteke ku li ser Xelîl Sasûniyê Gorbihuşt nivîsandibû xwend.

xelil-7.jpg

 

Paşî ronakbirê navdar, dostê wî yê herî kevin zimanzan Dehham Abdulfettah behsa bîranînên xweyî taybet kir. Her wiha Mele Îmadedîn Yetîz, behsa qehremanî û fidakariya Mala Elîyê Ûnis kir.

Bi navê malbata Xelîl Sasunî  Ca(diya) Perwîz  sipasîya xwe ji bêşdervanan re, bi taybetî ji PAKê re kir.

xelil-2.jpg

Xelîl Sasûnî kî ye? 

Xelîl Sasûnî kurê Mihemed Eliyê kurê Serekê Serhildana Mala Eliyê Ûnis Mihemed e. Di sala 1944an de li bajarê Qamişloyê ji dayîk bûye. Di sala 1970î de ji zanîngeha Helebê lîsansa Hiqûqê wergirtiye. Di navbera salê 1979-12009an de karê parêzeriyê kiriye.

 Xelîl Sasûnî di warê helbest û folklora kurdî de çalakvanekî bi nav û deng bû. Hezkirekî Cegerxwîn bû û piraniya helbestên wî jiber kiribû. Di sala 2008an de li Qamişloyê nexweş ket û di sala 2013an de ji bo berdewamiya dermankirina nexweşiyê hate Bakûrê Kurdistanê. Sasûnî li Bakûr jî gelekî çalak bû û li ser mijarên cûrecûr semînar dane xelkê Bakûr.

 

Helbestvan Sasûnî gelek xelat wergirtine: 
 

1-Xelata helbestên di bîranîna sedsaliya Barzanî li Hewlêr 

2- Xelata Seydayê Cegerxwîn (2009) 

3- Xelata Mîhrîcana Helbesta Kurdî 4- Xelata Seydayê Palo (2009)

 

Mixabin di sala 1996an de weşanxaneyekê, pirtûkeke bi navê 'Şiîrên Windabûyî' bi ser navê Cegerxwîn çap kiribû, lê tevahiya helbestên  di wê pirtûkê de, helbestên Xelîl Sasûnî bûn. Îbrahîm Îbrahîm, di têza xwe ya masterê de wê mijarê destnîşan kiriye.

 

Berhemên Xelîl Sasûnî: 

Berhemên wî yên bo çapkirinê amade ne ji sê dîwanan pêk tên: 1- Dengê Birçiyan 2- Jiyan 3- Peyam. Ev her sê dîwan di pirtûkeke bi navê 'Şîpek Ji Berfa Mereto' de hatine civandin.


Xelîl Sasûnî di 03.12.2017an de li Batmanê çû ser dilovaniya Xwedê û li gundê bav û kalên xwe yê girêdayî navçeya Sasûnê hate veşartin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin