• Diyarbakır 15 °C
  • Batman 15 °C
  • Hakkari 11 °C
  • Şırnak 14 °C
  • Ağrı 10 °C

PAK:21ê Sibatê ji bo Kurdên ku bi Kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî

PAK:21ê Sibatê ji bo Kurdên ku bi Kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî
Bi hilkefta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî Partiya Azadiya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyniya ku ji Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê hate weşandin wiha hat gotin:

 

"Îro Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî ye.

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999an de biryarek girt ku 21ê sibatê bibe Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî. Ev hejdeh sal in ku ev roj tê pîrozkirin.

Di cîhanê de tu ziman di mistewaya zimanê Kurdî de tuşî zilm û neheqîyê nehatî ye. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîyeyê, zimanê Kurdî(Kurmancî û Zazakî) eve 95 sal e di Qanûna Bingehîn û di hemû Qanûnên Tirkîyeyê de qedexe ye. Heta demeke nêz jî zimanê Kurdî tune hatibû hesibandin.

 

Hîna jî zimanê Kurdî ne zimanekî fermî ye. Hîna jî perwerdeya bi zimanê Kurdî nehatîye qebûl kirin. Bi siyaset û qedexeyên Dewleta Tirkiyeyê ya bi dehan salane hatiye meşandin, gelek Kurdên bakurî nikarin û nizanin bi zimanê dayika xwe biaxivin. Ev trajedî û travmayeke kûr e. Divê hemû Kurdên welatperwer di vê derbarê de, bernameyên taybet pêk bînin. Divê zimanê Kurdî di jiyana rojane de bibe zimanê me yê esasî. Divê em fêrbûn û axaftina zimanê Kurdî wek prensîbeke esasî di jiyanê de pêk bînin.

 

Qedexekirina ziman û kultura miletekî, li gorî peymanên navnetewî jî li dijî mafê mirovan e û di eslê xwe de li dijî mirovahîyê ye. Bi vê minasebetê careke din em bangî Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku hemû astengî û qedexeyên yasayî û fiîlî yên li ber zimanê Kurdî ji holê rakin. Zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bila weke fermî bê qebûl kirin.

 

Em bangî UNESCOyê jî dikin, divê UNESCO li gorî biryara xwe û li gorî naveroka vê rojê tevbigere û gavên pêwîst bavêje da ku Dewleta Tirkîyeyê perwerdeya bi zimanê Kurdî qebûl bike. Di roja 21 ê Sibatê de û her roj her Kurd divê bi zimanê dayika xwe biaxivin.

Ziman heykelê esasî yê miletekî ye; zimanê me hebûna me ye.

21ê Sibatê ji bo Kurdên ku bi Kurdî nizanin bila bibe destpêka fêrbûna zimanê Kurdî.

Roja zimanê zikmakî pîroz be.

21.02.2018

Buroya Çapemenî u Ragehandinê ya PAKê"

Ev nûçe 732 caran hatiye xwendin
BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin
LI VÊ NÛÇEYÊ HÎN ŞÎROVE BARNEBÛNE.
Nûçeyên din