PAK: ”Zarokên Enfalê ber bi serxwebûnê ve diçin”

PAK: ”Zarokên Enfalê ber bi serxwebûnê ve diçin”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand, li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji Enfalê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de Ala Rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand, li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji Enfalê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de Ala Rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.

PAKê bi helkefta 30 emîn salvegera komkujiyên Enfalê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Di daxuyaniya PAKê de hatiye amaje kirin ku ew komkujiya Enfalê ji bîr nakin û wiha hat gotin: “Sal 1986. Iraqa Sedam Huseyin li gel şerê bi Îranê re hêzeke mezin şand ser Kurdistanê. Armanc kuştina hemû mêrên Kurd ji 13 salî heta 70 salî bû. Ji bo ev armanc pêk bê, hemû rê û awa mubah bû; bombekirin, ji bin ve wêrankirina gund û bajaran, qetlîamên gelêrî, bikaranîna çekên kîmyayî û hwd.”
 

 

Derbarê encamên Enfalê de jî wiha hat gotin:
 

“Ev êrîşên hovane 3 salan berdewam kir, lê êrîşên herî mezin di sala 1988an de rûda, Helebçe yek ji wan êrîşan bû. Di encamê de 182.000 Kurdistanî hatin kuştin, ji 4665 gundên başûrê Kurdistanê 4000ê wê bi erdê re kirin yek, bajarên wek Qeladiza, Seydsadiq yek mala ku ava, nema. 3000 mizgeft, 2000 dibistan, 300 nexweşxane û 27 dêr wêran kirin. Milyonek Kurdistanî cî û warên xwe berdan bi çol û çiya ketin. Elektrîk, telefon, rê hemû felc bûn, zevî û ziraet beyar man, heywanê wan kedî neman. Dema leşkerên Seddam trîbuna bendava Dukanê vekir, bi sedan gund bi xanî û mal û zevîyên xwe di binê avê de man.”
 

Di beşekê din a daxuyaniyê de hatiye ragiahnd, Sedam Hûseyin navê vê jenosîdê ku wan ji Quranê girtibû, danîbû ”Enfal” û  Enfal mana xwe ”xenîmeta şer” e.
 

Berdewamiya daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Piştî 30 salên jenosîda Enfalê, li her çar perçeyên Kurdistanê komkujî, qetlîam û kuştin û wêranî hîna jî berdewam e. 

Lê belê, ne jenosîdên pêştir, na ya Enfalê, ne jî yên vê paşiyê lidarketine, nekarîbûye rê li ber doza azadîya Kurdistanê bigire. 

Li Başûrê Kurdistanê zarokên ku ji Enfalê filitî ne, li gel hemû pirsgirêk û êşên xwe ve îro di destê wan de ala rangîn, ber bi serxwebûnê ve dimeşin.”

Herwiha PAKê amaje kir ku êdî bila welatên cîhanî rastiya Kurdistanê bibînin û piştgiriya Kurdan bike daku bi xwe rêveberiya xwe bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin