PAK: Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg di meşa azadîya Kurdistanê de dijîn

PAK: Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg di meşa azadîya Kurdistanê de dijîn

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK, bi hilkefta 93yemîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Zîya Beg bibîr anî:

A+A-

Di peyamê de wisa hate gotin:

"Xalid Begê Cibrî û Yusuf Zîya Beg di meşa azadîya Kurdistanê de dijîn

"Di dîroka Kurdistanê de yek ji serhildanên herî girîng jî ‘Serhildana Şêx Seîd’ e. Wekî tê zanîn amadekariya vê serhildanê ji aliyê Teşkîlata Azadiyê ve hatibû destpêkirin. Teşkîlata Azadiyê di sala 1921ê de hate damezrandin. Serokê wê jî Xalid Begê Cibrî bû û Yusuf Ziya Beg jî yek ji rêberên Teşkîlata Azadiyê bû.
 

Lê mixabin beriya ku amadehiya serhildanê temam bibe, Dewleta Tirkiyeyê pê hesiya û du rêveberên Teşkîlata Azadiyê girtin. 
 

Piştî girtina Xalid Begê Cibrî û Yûsûf Ziya Beg, bi provakasyoneke Dewleta Tirkiyeyê , serîhildan ji dema ku hatibû plankirin zûtir destpê bû. Û rêberê netewî, olî û civakî yê gelê Kurdistanê Şêx Seîd serokatiya vê serîhildanê kir. 
 

Serokê Teşkîlata Azadiyê Xalid Begê Cibrî û rêveberê Teşkîlata Azadiyê Yûsûf Zîya Beg, 93 sal berê, di roja 14ê Nîsana 1925an de ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve li Bedlîsê hatine kuştin. Xalid Begê Cibrî hat gulebarankirin, Yusuf Ziya Beg hat îdamkirin. Herdu rêberên gelê Kurdistanê, ji ber amadekariyên Teşkîlata Azadiyê yên ji bo serîhildaneke netewî hatin qetilkirin.
 

Em wek PAK(Partiya Azadiya Kurdistanê) xwe wek berdewamiya rêbaza Teşkîlata  Azadiyê, berdewamiya têkoşîna Xalid Beg û Yûsûf Ziya Beg dibînin û ji bo armanca wan a Kurdistaneke azad têdikoşin.
 

Di 93yemîn salvegera şehadeta wan de, em Xalid Begê Cibrî, Yusuf Ziya Beg û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bibîr tînin.

14.04.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê"

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin