PAK: "Walîyê Manîsayê avahîya PSKê ji hêzên tarî re destnîşan dike"

PAK: "Walîyê Manîsayê avahîya PSKê ji hêzên tarî re destnîşan dike"

Waliyê Manîsayê bi kêfî tabelaya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê daxistiye. Sedem jî ewlekarîya bajêr destnîşan kirîye.

A+A-

Demek berê waliyê Manîsayê bi kêfî tabelaya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê daxistiye. Sedem jî ewlekarîya bajêr destnîşan kirîye. Li gor walî heger ew wê tabelayê danexista dikaribû tevlîheviyê mezin li bajêr rûbidana.

Ev şermeke mezin e ji bo dewleta Tirkiyê. Walî di haletê normal de wazîfedar e di her şert û mercan de yasayên dewletê pêk bîne. PSK partiyeke ku li gor yasayê Tirkiyê hatiye damezirandin. Di şûna tabelaya PSKê biparêze û hêzên tarî ku qesta daxistina tabeleya dikin, destser bike û bide mahkemê, diçe tabelaya PSKê dadixîne jêr.

Walîtiya Manîsayê bi vê kiryara xwe avahîya PSKê ji hêzên tarî re destnîşan dike. Ev kiryar berdewamiya êrîşên li dij karkir, xwendevan û nişteciyên Kurd ku li bajarên Tirkiyê dijîn e.

Walî li gor aqilyeta kiryarên Erdogan û Ak Partiyê  tevdigere. Dewlet hîn çendekî berê 28 şaredariyên Kurdistanê bi kayyumê ji kar dûr xist, karmendên xwe di cîyê wan de tayîn kir. Yên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin ji şaredariyê dûr xist di şûna wan de wazîfedarên xwe tayin kir. 12000 mamosteyên li Kurdistanê wazîfedar in ku sedî 90ê wan Kurd in ji kar dûr xist.

Ev aqilyet, ev polîtîka, dewleta Tirkiyê û Erdogan nagihîne tu derê. Gelîyên di nav Tirkiye û Kurdistanê de kûrtir dike. Em daxistina tabeleya Partîya Sosyalîst a Kurdistanê rûreş dikin, û em li hember gef û tehdîdên hêzên tarî, bi xwişk û birayên xwe yên PSKê re ne!

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin