PAK û PSKyê li Amede Komxebata 'Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’ Li Dar Xist

PAK û PSKyê li Amede Komxebata 'Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’ Li Dar Xist

Îro li Amedê, bi amadekirina Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) li Demir Otelê bi durişma 'Di Hilbijartinên Herêmî de Alternatîfa Neteweyî û Demokratîk’, li ser hilbijartina herêmî komxebatek hate lidarxistin.

A+A-

Li Amedê, îro 11ê Mijdara 2018an, li Demir Otelê, li ser hilbijartinên herêmî bi amadekirina PAK û PSKê, komxebatek hat lidarxistin.

Komxebat bi rêzgiritina ji bo şehîdên Kurdistanê destpê bû. Paşê Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel axaftina vekirinê kir.

Komxebat ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Sait Aydoğmuş û Cîgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel ve hate birêvebirin.

bayram-bozyel.jpg

Di axaftina xwe de Bayram Bozyelî li ser atmosfera ku Tirkiyê dê bikeva pêvajoya hilbijartinê got: "Li Tirkiyê em ne di nav rewşeke asayî û demokratîk de dikevin pêvajoya hilbijartinan, digel ku demokrasiyê rêya xwe qet nexistiye welatê me jî, di van salên dawîn de rewş xirabtir bûye. Em Kurd, wek milet, di pêvajoyake hestiyar de derbas dibin. Dewleta Tirk siyaseteke tund û dijwar dimeşîne û ne tenê li Bakûr li her perçeyên Kurdistanê siyaseteke dijminane dimeşîne."

Bayram Bozyelî di berdewamiya axaftina xwe de siyaseta herêmê jî rexne kir û got dewletê, bi şaredarên herêmê girtin û li şûna wan qeyyûm bicih kirin lê ev 20 sal in bajarên me bi rêve dibin gelo wan çi kir bo gelê me û çand û dîrok û nirxên me. Bozyelî rexne li siyaseta xendekan jî girt û got ji bo wêrankirina welatê me dewletê ku hincetan digeriyan di tepsiya zêrîn de pêşkeşî dewletê hat kirin.

Bozyelî got: "Bi giştî tabloyeke nebaş li ber me ye û mesele ev e ku em ê li hember vê çi bikin? Divê em ji xwe re rêyekê bibînin, divê em bi bernameyeke neteweyî-demokratîk derkevin pêşiya gel ku gelê me naçarî van bibijêrên xirab nîne."

Bozyelî di axaftina xwe de got ew weke PAK û PSKê çerçoveyeke giştî radixin ber çavan û wisa dewam kir: "Divê em bêhelwest nemînin û li ber vê tabloya xirab helwestekê deynin û bi bernameyekê derkevin pêşiya gel û bibin alternatîf ku ji me rengekî nû, bernameyeke neteweyî divêt. Daxwaza me ev e ku li ser vê yekê em bi hev re bişêwirin û bi namzetên serbixwe dest bi xebatê bikin."

Piştî Bozyelî, li ser navê PAK û PSKyê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik axivî.

ozcelik-axivÎ.jpg

Mustafa Özçelik li ser navê xwe û yê Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, spasiya beşdaran kir.

Di axaftina xwe de Mustafa Özçelîk pêşî armanca Komxebatê eşkere kir û got ew weke PAK û PSKyê dixwazin digel derûbereke berfireh bikaribin hilbijartina herêmî ya ku di 31.03.2019an de li dar bikeve binirxînin û bi hev re siyaseteke neteweyî-demokratîk bihûnin û nexşerêyekê deynin ev komxebat saz kirine.

Mustafa Özçelîkî panoramaya giştî ya siyasî ya li Tirkiyê nirxand û got li Tirkiyê tu carî ji bo Kurdan bingeha hilbijartineke demokratîk ava nebûye û parlamento bi tena serê xwe ne cihê çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê ye lê ew weke PAK û PSKê, wisa difikirin ku parlamento û hilbijartinên parlamentoyê jî platformekê ye ku dikare bê bikaranîn û divê neyê paşguhkirin.

Li ser pîvanên tifaqên hilbijartinan de jî Mustafa Özçelik wisa axivî: Çi di hilbjartinên herêmî, çi jî di yên giştî de, divê tifaq li ser hinek pîvan û prensîbên siyasî yên netewî-demokratîk were birêvebirin, heke na em ê nikaribin feydeyeke neteweyî ji hilbijartinan bigirin.

Özçelikî behsa sedemên biserneketina hewla wan a ji bo tifaqa 24ê Hezîranê ya digel HDPê jî kir û got beriya hilbijartinê wan weke 5 partiyên Kurdistanî PAK, PSK, PDK, PDK-T û Hereketa Azadî hewlek dane ku digel HDP û HÜDAPARê tifaqeke berfireh çêkin, bo vê jî hin pirensîbên siyasî diyar kirine û weke nameyek ji HDP û HÜDAPARê re şandine, lê HÜDAPARê hê jî bersiva vê nameyê nedaye û wisa domand: “Digel HDPyê jî me li ser 6 xalan li hev kiribû û HDPyê jî qebûl kiribû bixe nav deklerasyona xwe, bes mixabin ev pêk neanî. Ji ber vê jî me wek 5 partî dawî li hevdîtinên digel HDPê anî. HDPê timî dixwest li ser bazariya parlamenteriyê van danûstandinan bimeşîne lê me jî li ser van prensîban îsrar kir. Herwiha Rêvebirê KCKê Mustafa Karasu jî amaje pê kiribû ku HDP ne amade ye tifaqeke li ser prensîban digel partiyên Kurdistanî bike. Heta îro jî HDPyê j ime re û ji raya giştî re di vê derbarê de tu îzahat neanîye. Û her xwestiye pêk nehatina tifaqa me ya li gel wan, bi bazarîya hijmarên parlamenteran ve girê bide. Lê rastî ne ev bû; ev herweha berovajî kirina meseleyê ye jî.”

Özçelîkî got piştî van tiştan ne rast e ku cardin digel HDPê pêvajoyeke tifaqê bo hilbijartinê destpê bibe û wisa dewam kir: “Divê ji bo pirrengî û pirdengî ya li Bakurê Kurdistanê, ji bo pêşdexistina demokrasîya navxweyî, bêyî ku em dijminatîya HDPyê jî bikin, weke alternatîfeke neteweyî-demokratîk em rêyeke rast pêşkêşî gelê xwe bikin. Divê di hilbijartinên herêmî de em ji bo rêvebirîyên herêmî jî, ji bo sîyaseta giştî jî, proje û bîr û rayên xwe pêşkêşî gelê xwe bikin’’.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik herwiha bibîr xist ku HDPê bo tifaqa hilbijartinên herêmî bangî wan kirîye ,lê ew neçûne wan civînan û got: ‘’Ji ber ku em dixwazin rêyeke netewî-demokratîk vekin, em neçûn wan civînên li gel HDPyê. Îro du rê li ber me hene. An em ê hilbijartinan boykot bikin an jî alternatîfekê deynin ber miletê xwe. Ji ber ku şerdên boykotê tune ye, em boykotê rast nabînin. Divê em bi alternatîfeke netewî-demokratîk derkevin pêş gelê xwe. Ji ber ku tu partîyên Kuristanî mafê beşdarbûna hilbijartinan bidest nexistina, bes rêyek li ber me dimîne, ew jî namzetên serbixwe ne. Divê em hemû partîyên sîyasî, dezgehên sivîl û kesayetên kul i ser vê sîyasetê hem fikirin, bêne cem hev û li herêman Platformên Namzedên Serbixwe yên Welatperwer û Demokratan ava bikin. Bi vê rêyê em beşdarî hilbijartinên herêmî bibin. Ev civîna me jî di vê rêyê de em dixwazin bibe destpêkek. Em bi hev re nexşerêyekê danin’’.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, civîn ji çapemenîyê re hate girtin û beşdarên civînê di nav xwe de meseleya hilbijartinên herêmî minaqeşe kirin.

eywan1.jpg

Komxebat bi beşdarîya ji 90 kesên zêdetir kesayetên ku hatibûn vexwendin hate lidaxistin. Hinek sîyasetvan û rewşenbîrên ku beşdarî vê Komxebatê bibûn ev in:

Abdurrahman Demir, Ahmet Kan, Arif Altunkalem, Aziz Yağan, Brusk Solduk, Bakır İnanç, Cabir Yoldaş, Can Gülşenoğlu, Davut Çalıştıran, Eyüp Karageçili, Ekrem Bilek, Ferda Cemiloğlu, Fuat Önen, Hatip Özer, Haluk Yıldızhan, Hikmet Bozyel, İsmail Bedirhanoğlu, İsa Tekin, İhsan Ay, Mahmut Kılınç, Mehmet Vural, Lütfi Baksi, Celal Baykara, Metin Baysungur, Metin Toprak, Muhittin Batmanlı, Osman Karavil, Ömer Dunlayıcı, Rahime Karakaş, Reşit Karakaya, Seîd Veroj, Süleyman Güney, Hamit Kılıçarslan, Mele Arif Sümerkan, Hişyar Özalp, Hüseyin Kaplan, Aziz Özalp, Haluk Gökalp, Kemal Yıldırım, Şeyhmus Asık, Tahsin Sever.

Û herwiha; Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Mustafa Özçelik û hinek endam û rêvebirên PAKê û Cîgirê Serokê Partiya Sosyalist a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û hinek endam û rêvebirên PSKê li komxebatê amade bûn.

Herwiha, Hamit Kılıçarslan û şandeyek digel wî jî li ser navê PDK-Bakur beşdarî Komxebatê bûn.

Rêvebirên PAK û PSKyê gotin Komxebat bi awayekî berhemdar bi dawî hat û  di rojên pêş de di derbarê encamên vê Komxebatê de dê raya giştî agahdar bikin.

eywan2.jpgozcelik1.jpgozcelik.1.1..jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin