PAK û PSKyê li Amedê di derbarê rojev û bûyerên dawî de daxuyanîyeke hevbeş belav kirin

PAK û PSKyê li Amedê di derbarê rojev û bûyerên dawî de daxuyanîyeke hevbeş belav kirin

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) û PSKyê(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) roja 09.08.2019an li Amedê , li Cemîyeta Rojnamevanan di civîneke çapemenîyê de, di derbarê rojev û bûyerên dawî de daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

A+A-

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) û PSKyê(Partîya Sosyalîst a Kurdistan) roja 09.08.2019an li Amedê , li Cemîyeta Rojnamevanan di civîneke çapemenîyê de, di derbarê rojev û bûyerên dawî de daxuyanîyeke hevbeş belav kirin.

Gelek kanalên telewîzyonan, sîyasetmedar, rewşenbîr û rêvebir û endamên PAK û PSKyê  beşdarî civîna çapemenîyê ya PAK û PSKyê bûn.

Civîna çapemenîyê bi axaftina Endamê Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan  dest bû. Hanifi  Turan bi kurtayî behsa armanca vê civînê kir û weha got:

‘Nûnerên ragehandinê yên rêzdar,sîyesetmedar  û rewşenbîrên hêja merheba ji we re. Hûn bi xêr hatine vê civîna me ya çapemenîyê.

Em weke Partîya Azadîya Kurdistanê-PAK û Partîya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK îro, ji bo li dij derketina êrîş û dagirkirinên  li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê vê civîna çapemenîyê  li dar dixin.Herweha bi vê minasebetê, emê bîr û rayên PAK û PSKyê yên di derbarê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê bi rêya vê daxuyanîyê careke din bi raya giştî re parve bikin.

Me daxuyanîya xwe bi zaravayên Kurmancî û Zazakî û bi Tirkî amade kirîye. Daxuyanîya Zazakî û Tirkî jî emê bi nivîskî li we belav bikin. Paşê jî bi awayê dijîtal emê li ragehandinê belav bikin.

Nuha li ser navê PAK û PSKyê Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKyê rêzdar Bayram Bozyel dê daxuyanîya me ya hevbeş ya Kurmancî  ji we re pêşkêş bike’.

                                                                                                                        

Cîhgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel daxuaynîya hevbeş ya PAK û PSKyê pêşkêş kir.

Ev jî teksta daxuyanîya hevbeş ya PAK û PSKyê ye:

‘’Êrîş û dagirkirinên li ser destkeftîyên Kurdan rawestînin

Miletê Kurd îro careke din, li êrîş û planên stratejîk yên ku hebûna wî jî ji xwe re dike armanc rû bi rû dibe.

Dewleta Tirkîyeyê eve demeke, bi navê ‘têkoşîna li dijî terorê’  gelek cîhên Başûrê  Kurdistanê bombebaran dikeû li wan deverên ku operasyonên leşkerî li dar dixe de, qereqolên(meqerên) eskerî ava dike.

Dewleta Tirkîyeyê stratejîyeke weha ya sîyasî û leşkerî  li Rojavayê Kurdistanê(Kurdistana Surîyeyê) jî daye ber xwe. Piştî dagirkirina Efrînê, Dewleta Tirkîyeyê  nuha jî hêzeke leşkerî ya mezin li ser hidûde xwe û  Rojavayê Kurdistanêde  bi cîh kirîye û bi navê ‘Herêma  Aram’ dixwaze hemû axa Rojavayê Kurdistanê  dagir bike. Dewleta Tirkîyeyê bi vê jî namîne û dixwaze 3.500.000 penaberên Sûrîyeyê yên ku li Tirkîyeyê ne, li vê ‘Herêma  Aram’ bi cîh bike.

Belê,  Dewleta Tirkîyeyê dixwaze vî 3.500.000 kesên ku piranîya wan Ereb in, li Rojavayê Kurdistanê bicîh bike, da ku demografîya Rojavayê Kurdistanê biguherînê.  Dewleta Tirkîyeyê bi vê sîyasetê , di eslê xwe de dixwaze ‘Projeya Kemera Erebî’ careke din pêk bîne. Dewleta Tirkîyeyê gava ku dixwaze êrîşî  Rojavayê Kurdistanê bike, ‘tehdîdên YPGyê’ ji xwe re dike behane. Lê aşkere ye ku armanca Tirkîyeyê ne rê li ber girtina ‘tehdîdên YGPyê’ ye; ew dixwaze bi dagirkirina Rojavayê Kurdistanê , rê li ber statuyeke sîyasî ya li vî perçeyê  Kurdistanê bigire.

Dewleta Tirkîyeyê bi vê hewla dagir kirinê ve , heger ji destê wî bê, dê  hemû destkeftîyên li Rojavayê Kurdistanê ji holê rake; heger nikaribe vê bike jî, dê bixwaze destê Kurdan lawaz bike. Rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê û bi taybetî jî desthilatdarîya AKP û MHPyê, bi  sîyaseta êrîşker û dagirker, bi sîyaseta ku li ser dijminatîya Kurdan hatîye ava kirin, dixwaze pêlên şowenîyê xurtir bikin û herweha dixwazin rê li ber têkçûna desthilatdarîya xwe ya ku hêdî hêdî şikestê dixwe bigire.Lê aşkere ye ku  CHP û İyi Partî jî piştgirîyê didin vê  sîyaseta dagirker û êrîşker.Hemû partîyên Tirkan ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ‘mitabaqeteke milî’ di navbera xwe de pêk anîne.

Gelê Kurd divê li himberî vê ‘mitabaqata milî ‘ ya partîyên Tirkan bi biryardarî helwestê bigire.

Bi taybetî  jî  berpirsîyarîyên mezin dikeve ser milên tevgera sîyasî ya Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Berîya her tiştî hemû aktorên sîyasi yên li Rojavayê Kurdistanê divê Mitabaqatên Hewlêrê û Dihokê ji xwe re bikin rêbaz û li ser vê rêbazê revebirîyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî ava bikin.Divê hemû aktorên sîyasî yên Kurd beşdarî vê pêvajoyê bibin.

Em careke din bangî PYD, TEV-DEM, ENKS û hemû partiyên Kurdan dikin da ku li ser stratejîyeke netewî, niştimanî mitabaqateke berfireh pêk bînin.

Dewleta Tirkiyeyê wê sîyaseta ku li ser Rojavayê Kurdistanê dimeşîne,dixwaze li ser Başûrê Kurdistanê jî bimeşîne.Heta van demên dawî jî, Dewleta Tirkiyeyê bi bahaneya PKKyê bes êrîş dibir ser Başûrê Kurdistanê;  lê nuha li ser axa Başûrê Kurdistanê dest bi ava kirina  qereqolên(Meqerên) leşkerî  yên  mayînde kirîye. Ev gavên leşkerî yên Tirkîyeyê, berîya her tiştî, darbeyeke mezin li desthilatdarî û îstîkrara Başûrê Kurdistanê dixe.

PKK jî bi çalakîyên xwe yên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê, rê ji êriş û hewlên Dewleta Tirkîyeyê yên ku dixwaze îstîkrara Kurdistanê têk bide, xweştir dike.

Di şerdên heyî de, çalakîyên leşkerî yên PKKyê yên ku li Başûrê Kurdistanê  pêk tîne, zerarên mezin digihîne destkeftîyên federe û ji provokasyonan re jî  rê xweştir dike.Ji ber vê yekê jî, dîvê PKK rêzê li hebûn û îradeya Rêvebebirîya Federe ya Başûrê Kurdistanê bigire û divê li Bakurê Kurdistanê jî, li Başûrê Kurdistanê jî, şer rawestîne, dest ji çalakîyên leşkerî  berde.

Lêxwedî derketina destkeftîyên li Başûrê Kurdistanê weke watinîyeke dîrokî li ser milên hemû Kurdan e. PKK jî divê rêzê li desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê bigire û dest ji hewl û gotarên xwe yên ku zerarê dide destkeftiyên vî perçeyê welatê me berde.

Em careke din dixwazin bala her alîyekî bikşînin ser wê rastîyê ku, Dewleta Tirkîyeyê heta îro çawa ku nikarîbûye  bi rê û alaven leşkerî pirsa kurd ji holê rake; dê ji îro pê de jî bi van rê û alavan dê nikaribe vê meseleyê ji holê rake.

Ji ber vê rastîyê , em careke din bangî rêvebirên Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku dawî li vê sîyaseta ku bi  şer, êrîş, şîdetê  û bi  dijayetîya Kurdan ve hatîye hûnandin berde.

Em bangî  Dewleta Tirkîyeyê dikin da ku rêzê li maf û azadîyên  meşrû, milî, demokratîk ya  gelê me yê Rojavayê Kurdistanê  bigire. Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li mafê statûya sîyasî ya  gelê me yê Rojavayê Kurdistanê  bigire.

Herweha Dewleta Tirkîyeyê divê rêzê li desthilatdarîya meşrû ya Başûrê Kurdistanê bigire û divê hikumranîya Rêvebirîya Federe ya Başûrê Kurdistanê qebûl bike, rêzê lê bigire.

Pirsa kurd û Kurdistanê ne ‘pirsa  terore’ ye. Dewleta Tirkîyeyê nikare  bi êrîş û rêbazên leşkerî  vê pirsê ji holê rake. Kilîda çareserîya vê pirsê, qebûl kirina maf û azadîyên netewî û demokratîk yên gelê Kurd e.

Di derbarê çareser kirina pirsa Kurd û Kurdistanê de, watinîyên mezin li ser milên hêzên navnetewî  yên weke Netewên Yekgirtî, Yekitîya Ewrûpa, Emerîka û  Rûsya yê ne. Ji bo rê li ber girtina êrîşên nû yên li ser gelê Kurd û ji bo çareserîyeke sîyasî ya ku li ser esasê wekhevîyê hatîye ava kirin, divê ev aktorên navnetewî  însîyatîfên aktîf bigirin.

Em bangî Hikûmeta Merkezî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikin da ku, li himberî van êrîşên Dewleta Tirkîyeyê yên ku zerareke mezin digihîne gelê me yê Başûrê Kurdistanê helwestê bigirin û li gel Netewên Yekgirtî  peywendîyan deynin da ku Netewên Yekgirtî  rê li ber  van êrîşan  bigire.

Em bangî gelê xwe, bangî hemû partîyên sîyasî yên li her çar perçeyên Kurdistanê dikin da ku, li himberî  hemû êrîş û dagirkirinên li ser her perçeyekî welatê me  helwestê bigirin.Divê gelê me û hemû partîyên sîyasî, li himberî çalakî, kiryar û sîyasetên ku ji êrîşên dagirkeran re rê xweştir dikin, zerarê didin destkeftiyen gelê me hişyar bin, li dijî van çalakî û sîyasetan  helwestê bigirin.

Gelê me û hemû partîyên sîyasî yên li her çar perçeyên Kurdistanê bi hişmendîyeke netewî û niştimanî,  divê  li himber provokasyonên ku rê ji şerê navxweyî  re vedikin  hişyar bin û divê li himberî van provokasyonan helwestê bigirin. 09.08.2019

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)’’

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin