PAK û PSK serdana Rûdawê kirin û piştgirîya xwe dîyar kirin

PAK û PSK serdana Rûdawê kirin û piştgirîya xwe dîyar kirin

PAK û PSK serdana Rûdawê kirin û piştgirîya xwe dîyar kirin

A+A-

Endamê Komîteya Birêveberîya Navendî ya PAKê Orhan Kaya û Endamê Meclîsa PAKê Cevdet Ayaz di 25.06.2016ê de li Hewlêrê seredana Tora Medya ya Rûdawê kirin. Orhan Kaya êrîşa li ser Rudawê şermezar kir. Piştgirîya PAKê ji bo Rûdawê anî ziman û şîfa jî birîndaran re xwest.
Berpirsê Rûdawê Ako Muhammed jî spasîya xwe pêşkêşî heyeta PAKê kir.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) jî bi peyamekê êrîşa li hember ofîsa Tora Medyaya Rûdawê şermezar kiribû û daxuyandibû ku ev êrîş bê tehamuliya li hember azadîya raman û bi rêxistinbûnê ye.

Herweha heyeta PSK ku ji Serokê Giştî Mesud Tek, endamên Desteya Serokatiya PSK Alaeddîn Aras, H. Hesen Tuzcu û Qurbanî Demîr pêkhatiye, Ew jî 25 Hezîranê serdana Tora Medyayî ya Rudawê kir û piştgirîya xwe li Rûdawê ragihand.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin